'Rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan me dixe nava fikaran'
"Em, nîqaşên li ser îdamê şermezar dikin. Gelê Kurd wê bi tundî bersivê bide vê."
"Em, nîqaşên li ser îdamê şermezar dikin. Gelê Kurd wê bi tundî bersivê bide vê."
Di konferansa li Silêmaniyeyê de, ku bi navê "Di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Rojhilata Navîn aştî û aramî" tê lidarxistin, der barê rewşa Ocalan de Tirkiye hat hişyarkirin. Li ser navê amadekarên konferansê Dr. Faîk Gulpî got, "Em, nîqaşên li ser îdamê şermezar dikin. Gelê Kurd wê bi tundî bersivê bide vê."
Di roja duyemîn a konferansê de li ser navê delegasyonê Dr. Faîk Gulpî axivî û got, "Li Tirkiyeyê, di van rojên dawî de nîqaş li ser îdamê tê kirin. Em vê yekê şermezar dikin. Gelê Kurd di mijara Ocalan de gelekî hesas e. Di rewşeke ku em daxwaza azadiya wî dikin de, nîqaşeke li ser îdamê, ne ya qebûlkirinê ye. Bersiva gelê Kurd a li hemberî vê yekê wê gelekî tund be."
Dr. Faîk Gulpî ku di heman demê endamê komîteya amadekar a konferansê ye got, "Li ser navê Konferansê em bang li hikûmeta Tirk dikin: Di mijara tenduristiya Ocalan de em bi fikar in. Divê şert û mercên lê tê ragirtin bên sererastkirin û bê azadkirin."