Rejîma Sûriyeyê êrîşî Şêxmeqsûd dike

Hêzên rejîma Baas a Sûriyê êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin.

Li gorî çavkaniyên heremî, balafirên şer ên Sûriyeyê êrîşî Taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin. Her wiha hêzên rejîmê taxê topbaran dikin.

Çavkaniyan dan zanîn ku hêzên rejîmê êrîşî taxên 20 û kolana Muxaberat dikin. Di encama êrîşî de ziyana madî çêbû. Nehat zanîn ka di vê  êrîşê de tiştek bi kesî hatiye yan na.

Êrîşa li ser taxê didome.