Rapora Cizîrê: Sekvanan 3 sivîl qetil kirin
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî rapora têkildarî pevçûna di 27'ê tebaxê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêk hat amadekirin bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re parve kir.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî rapora têkildarî pevçûna di 27'ê tebaxê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêk hat amadekirin bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re parve kir.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî diyar kir ku li gorî raporên 4 welatiyên sivîl ên li Cizîrê hatin qetilkirin 3 kes ji aliyê sekvanan ve hatin qetilkirin û sedema mirina zarokê bi navê Baran Çagli yê 7 salî jî piştî rapora Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê wê zelal bibe. Elçî anî ziman ku gel ji xendekan na ji operasyonan nerihet e û wiha got: "Gel nerehet e. Xwe di ewlehiyê de hîs nake. Ji ber binçavkirin û girtinan bi guman in."
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî rapora têkildarî pevçûna di 27'ê tebaxê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêk hat amadekirin bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re parve kir. Elçî berî raporê aşkera bike agahiyên têkildarî raporên tipa edlî yên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê derbarê sedema mirina Kedkarê tendûrîstiyê Eyup Ergen (30), xebatkarê DEDAŞ'ê Mesut Sari (30), zarokên bi navê Baran Çagli (7) û Emîn Yanaş (10) ên li Cizîrê hatin qetilkirin parve kirin. Elçî anî ziman ku li gorî raporên ji wan re hatin dayîn ji bîlî mirina zarokê 7 salî yê bi navê Baran Çagli hemû mirinên din bi guleyên li serê wan hatin xistin jiyana xwe ji dest dan e. Elçî bilêv kir ku serdema mirina Çagli jî piştî rapora ji Saziya Tipa Edli ya Stenbolê hatî dê diyar bibe. Elçî destnîşan kir ku Sanri, Yanaş û Ergen ji aliyê sekvanên ji perwerdehiya taybet re derbasbûyîn ve hatin qetilkirin.
GEL JI XENDEKAN NA JI BINÇAVKIRINAN NEREHET E
Elçî piştre xulaseya rapora heyeta parêzeran amade kir pêşkêş kir û diyar kir ku taxa Sanri, Yanaş û Ergen lê hatin qetilkirin leşker di nêz de dibînin û ji wê taxî nemimkûne ji leşkeriyê re gulebaran pêk bê. Elçî anî ziman ku hemû kolanên taxên Cûdî, Nûr û Sûr ên Cizîrê bi xendek û kevirên mezin hatiye girtin û ketin û derketina taxan girtiye. Elçî da zanîn ku gel ji van xendekan nerehet nîn e ji binçavkirin û operasyonan nerehet e û wiha got: "Gel nerehet e, xwe di ewlehiyê de hîs nake. Ji binçavkirin û girtina bi guman in."
ELÇÎ SERNAVÊN DI RAPORÊ DE WIHA RÊZ KIR:
"* Karmendê Tenduristiyê Eyup Ergen ê di dema bûyeran de birîndar bû demek dirêj ji ber gulebaranê li erdê ma û personelên 112'yê yên ji bo mudaxeleyê li birîndar bikin bi hinceta ewlehiyê destûr nedan bikevin taxa û Ergen di encama gelek xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da.
* Hate tesbîtkirin ku 24 seat şunda piştî bûyerê jî ekîbên cihê bûyerê nehatin cihê bûyerê û wesayîta Egen jî lêkolîn nekirin.
* Sedema cînayetan bi hêz nehatiye lêpirsînkirin.
* Divê îfadeyên şahidên bûyerê di roja ewil de hatiban girtin.
* Hate xwestin ku nasnameya leşkerên li Tabura Tankê ya Cizîrê ya li taxa Nurê bên tesbîtkirin û derbarê wan de lêpirsîn bê vekirin.
* Rê girtin û xendek kolandin tevkariyê nadin çareseriyê û ji bo çareseriyê divê pêvajoya diyalogê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê destpêkirin."