BI DÎMEN

Rant û karên ne li rê yên Şaredariya AKP'yî ya Rihayê

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP'yî, di bin navê "Em pirsgirêka 100 salî" ya Wêranşarê çareser dikin de, karên ne li rê dike, gel û esnafan mexdûr dike.

Şaredariya Bjarê Mezin a Rihayê ya di dest AKP’ê de, navenda bajêr a Wêranşarê nêzî 2 meh in xera kiriye. Li kolanên Ceylanpiran, Rihaya kevn, Dêrika kevn û Karacadagê, bi navê xebatên jêr avaniyê, ku beriya niha bi demeke nêzîk ji hêla Şaredariya Wêranşarê ve hatibûn çêkirin têne xerakirin û bajêr hildiweşînin. Kolanên navborî beriya niha ji hêla Şaredariya Wêranşarê ya DBP’ê ve hatibûn çêkirin û li holê ti pirsgirêk nemabû.

GEL NAXWAZE

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya di dest AKP’ê de ye, xwedêgiravî bi gotina ,"Em pirsgirêkên 100 salî ên Wêranşarê çareser dikin" xebata dikin lê gel bi gotina, "hûn ê pirsgirêkên 100 salî bi kanalîzasyonên 200’î çareser bikin" helwesta xwe nîşan didin. Ji hêla Şaredariya Wêranşarê ve, ji hêla Şaredariya Mezin a Rihayê ya AKP’ê ve, xwedêgiravî bi navê xebatên başkirinê dikin, beriya niha li qada xebatê boriyên kanalîzasyonê yên 600 û 1400’î hatibûne danîn. Lê aniha Şaredariya Mezin boriyên 200’î bi kar tîne û dibêje, "Şaredariya AKP’ê xizmetê ji Wêranşarê re dike."

Her wiha xwedêgiravî bi navê xebatên başkirinê  li heman kolanê du caran kolan tê kirin ji hêla Şaredariya Mezin a Rihayê ya di destê AKP’ê e û gel ji ber ku ji vî karî mexdûr dibe bertek nîşan da. Wêranşariyan gotin bila karê wan serê wan bi xwe û ew xebateke wiha naxwazin.

Mexdûrbûna esnafan a li taxên ku xwedêgiravî xebatên başkirinê têne kirin bertekan bi xwe re tîne. Ji hêla Şaredariya Mezin a Rihê ya AKP’ê ve piştî kolan ji bo kanalîzasonê û piştî ku ser wan hate girtin û car duyê bi angaşta avê dîsa kolan hate kirin û ev li demeke dirêj belav bû,esnaf û gel mexdûr kir. Nebûna pirsgirêka avê ya li cihê ku xebat lê tê kirin jî, rûyê dî yê xizmetê nîşan dide.

Li gorî Wêranşariyan xebatên Şaredariya Mezin a Rihayê ya di destê AKP’ê de li se rantxurî û nelirêtiyan dimeşe.