Protestoya li Qoserê rastî êrîşan hat
Di navbera koma li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ku qedexeyên kolanan ên li gelek navendên Kurdistanê û qetlîamên dewleta Tirk protesto dikir û polîsên Tirk de pevçûnê rû da.

Protestoyên li hember qetlîamên dewleta Tirk û qedexeyên kolanan didomin. Yek ji navnîşanan ku protesto lê heyî jî navçeya Qoserê ye. Komek hat Taxa Ataturk , li derdora Qereqola Polîsan a Cûmhûriyetê agir pêxist, rê li çûyin û hatinê girt û kiryarên tên jiyîn protesto kir. Li ser destwerdana polîsên Tirk a bi ava şid û bombêyên gazê pevçûnê rû da. Komê jî bi kevir û fîşekên hewayî xwe parast.
Kom li ser êrîşan li nav kolanan belav bû, polîsên Tirk di nava kolanan de bombeyên gazê rasterast davêjin taxan.
Pevçûn di nava kolanan de didomin.