Polîsên Tirk dor li Kopê girtin
Li Kopê, Kurdistaniyan xwestin ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê meşekê lidar bixin. Lê belê polîsên Tirk bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kirin.
Li Kopê, Kurdistaniyan xwestin ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê meşekê lidar bixin. Lê belê polîsên Tirk bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kirin.
Li navçeya Mûş Kopê, bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê, ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê, meşek hat lidarxistin. Lê belê polîsan êrîş kirin.
Bi sedan welatiyên li ber avahiya DBP'ê ya Navçeyê civiyan, li ber qîrîna dirûşma "Bijî Berxwedana Sûrê" ber bi kolana Aslan Paşa ve meşiyan. Polîsên Tirk bi maşînên zirxî pêşî li girseyê birîn û bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kirin.
Welatiyan nerazîbûn nîşanî êrîşê dan û dest bi berxwedanê kirin. Şerê di navbera welatiyan û polîsên Tirk de dewam dike.