Polîsên Qesrê wekîlên HDP'ê û rojnamevan binçav kirin

Heyeta KCD'ê û HDP'ê ya jinan pêk tê, ku di nav de nûçegihan jî hene ji aliyê polisên Qesrê ve hat binçavkirin.

Komîsyona Jinan a KCD'ê ku di nav de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlementerên HDP'ê Leyla Bîrlîk û Gulser Yildirim ji hene çûn Nisêbînê. Heyeta KCD'ê û HDP'ê ya jinan ji aliyê polisên  Qesrê ve hatin binçavkirin û rawestandin. Wekîlên HDP'ê û Parlementer Yildirim got "Em niha li pêşiya Nisêbînê de ji aliyê polîsan ve dîl hatine girtin."

Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da ku dê wi 19'ê Tîrmehê de qedexeya li ser Nisêbînê rabe. Li ser vê yekê heyeta jinan a KCD'ê û KJA'yê çûn Nisêbînê. Heyeta ku di navde Hevseroka KCD'ê Leyla Kaplan, Wekilên HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û Leyla Bîrlîk jî hene ji aliyê polîsên Qesrê  ve hatin rawestandin û hatin darpkirin. Têkildarî mijarê Wekîla HDP'ê ya Mêrdîn Gulser Yildirim da zanîn ku ew di têketine Nisêbînê de li ber Dibistana Cumhuriyetê ji aliyê polîsên Qesrê ve dîl hatine girtin. Yildirim got ku polîsan rûyê wan daye dîwar û destûrê nadin ku ew xwe bilivînin jî. Yildirim destnîşan kir ku polîsan dest daniye ser amûrên rojnemegerên bi wan re ku di nav de nûçegihanên DÎHA'yê Dîcle Muftuoglu û Ozgur Paksoy, her wiha rojnemevan Sedat Sûr jî heye. 
Polisên Qesrê li pêşiya Nisêbînê de destê hemû endamên heyetê rakir jor û li ser wan geriyan. Dîsa li wesayîta  çapemeniyê lêgerîn kirin û li hemû endamên heyetê xistin.