Polîsan li Cizîrê zarokê 11 salî bi giranî birîndar kirin
Cizîra Botan li dijî tinekirina topyekûn rabûye serhildanê. Ji ber guleya polîsan a li serî ketî, zarokê bi navê Ferhat Taniş ê 11 salî bi giranî birîndar bû.
Cizîra Botan li dijî tinekirina topyekûn rabûye serhildanê. Ji ber guleya polîsan a li serî ketî, zarokê bi navê Ferhat Taniş ê 11 salî bi giranî birîndar bû.
Piştî ku Walîtiya Şirnexê cara 5. derketina derve li Cizîrê qedexe kir, li gelek deveran gel daket kolanan û dest bi protestoyan kir. Di dema çalakiya dengderxistinê ya duh bi şev a li Taxa Cûdî de Ferhat Taniş ê 11 salî, ji ber guleya li serî ketî bi giranî birîndar bû.
Welatiyên li taxê Taniş rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Taniş ê rewşa wî giran e sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat kirin.