Polîsan girt ser Şaredariya Cizîrê kesek birîndar kirin
Li navçeya Cizîrê piştî çalakiya li dijî avahiya Qeymeqamtiyê pêk hat polîsan bi çekan êrîşî şaredariyê kirin, welatiyekî ku astengdarê mejî ye birîndar kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî avahiya Qeymeqamtiyê çalakî pêk hat. Polîsê li ber avahiyê birindar bû. Polîsê birindar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û tê dermankirin. Her wiha derdora avahiya Qeymeqamtiye jî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Piştî bûyerê polîsan bi hinceta êrîşkar reviyaye avahiya Şaredariya Cizîrê êrîşê avahiya şaredariyê kirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin, li şaredariyê êrîşî derdorê dikin. Dîsa di qata 2. ya şaredariye di encama êrîşa polîsan de welatiyê astengdarê mejî ku li navçeyê weke Reşo tê zanîn ji lingê xwe hat birîndarkirin.
Şaredarî ji aliyê polisan ve hatiye dorpêçkirin lêgerîna polîsan didome.