Polîsan avêtin avahiya DBP'ê ya Gimgimê
Li Gimgimê, polîsan avêtin ser avahiya DBP û Mala Destekkirina Perwerdeyê. Li avahiyê lêgerîn dewam dike. Polîs nahêlin kesên di hundirê avahiyê de derkevin derve.
Li Gimgimê, polîsan avêtin ser avahiya DBP û Mala Destekkirina Perwerdeyê. Li avahiyê lêgerîn dewam dike. Polîs nahêlin kesên di hundirê avahiyê de derkevin derve.
Li navçeya Mûş Gimgimê, polîsên tîmên taybet ên Tirk avêtin ser avahiya rêxistina partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeyê û Mala Destekkirina Perwerdeyê.
Li avahiyê lêgerîn dewam dike. Polîs nahêlin kesên di hundirê avahiyê de derkevin derve.
Di dema lêgerînê de polîsan dest danîn ser kameraya nûçegihanê DÎHA'yê Mûrat Aydin ê li avahiyê nûçe dişopand û dîmenên di kamerayê de jê birin.