'Plana fermanê di sala 2003'an de ji aliyê PDK'ê ve hatibû kirin'

Xidir Brahîm da xuyakirin, ku PDK'ê plana li hemberî wan di sala 2003'an de plan kiriye û got, "DAIŞ a ku digotin kesek nikare li ber bisekine, me bi komeke biçûk pêşî lê girt."

Xidir Brahîm da xuyakirin, ku PDK'ê plana li hemberî wan di sala 2003'an de plan kiriye û got, "DAIŞ a ku digotin kesek nikare li ber bisekine, me bi komeke biçûk pêşî lê girt."

Welatiyê Êzidî yê bi navê Xidir Brahîm ji şeva destpêkê ya fermanê ve li çiyayê Şengalê ye û heta niha gelê xwe diparêze. Brahîm fermana 73'an vegot:

"Fermana 73'an ne ji rojek û salekê ve li ser civaka me yê Êzidî pêk hat. Planên fermanê ji sala 2003'an û pê ve dema PDK'ê ket Şengalê destpê kir. PDK'ê polîtîkayên xwe yên qirêj ên li hemberî gelê me wê çaxê jî dimeşand, lê bi awayekî sergirtî dikir. Ji wê demê heta roja me ya îro ev taktîk li ser gelê me didan meşandin. Fermana 73'an a ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê hat kirin, bi navê Misilmantiyê hat kirin. Lê piştgiriya PDK'ê jî hebû. Hêzên PDK'ê civaka Êzidî firotin. Fermana 73'an hatibû ji bo yek kesê Êzidî nemîn û tine bikin.

Di 10'ê Hezîranê bajarê Mûsil ket bi kontrola çeteyên DAIŞ'ê û derdora Êzidiyan hat girtin. Lê belê ji ber ku Şengal di destê Pêşmergeyan de bû çeteyên DAIŞ'ê ber bi Şengal ne hatin. Lê ev plan û teqtîk bû,  di navbera hêzên PDK'ê û çeteyên DAIŞ'ê de.
 
PDK'Ê LI HEMBERÎ HEVKARÊ XWE DAIŞ'Ê GULEYEK JÎ NETEQAND

Beriya 3'ê Tebaxa 2014'an PDK'ê pêşmergeyên Êzidî yên li ser sînorê derdora Şengal giştî anîn navçeyên Şengalê. Ji ber ku têkilî di navbera wan herduyan de hebû ev yek kirin û di 3'ê Tebaxê saet di 02.20 êrîşî ser gundê Gir Zerik û Siba Şêx Xidir kirin. Pêşmergeyan li ber xwe nedan û ne xwestin fîşekekê jî li dijî hevkarên xwe çeteyên DAIŞ'ê biteqîne. Dema ku şer giran bû pêşmergeyên PDK'ê xwe ji Şengal vekişandin bi behaneya ku cebilxana wan nemane çûn. Lê wan ji cebilxaneya xwe yek fîşek jî neteqandin. Ev yek tê wateya ku têkilî eşkere di navbera herdu hêzan de hebû. Hêzên pêşmerge bi awayek eşkere di 3'ê Tebaxê de xiyanet li civaka me ya Êzidî kirin.

Ez kesek ji wan bûm ê ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li çiyayê Şengalê bûm. Pêşmergeyên PDK'ê beriya civaka Êzidî reviyan û li ber xwe nedan. Ev yek têra wan nekir, rêyên ku civaka Êzidî xwe tê re xelas bike pêşmerge ew rê hemû girtin. Civaka Êzidî 4 rojan di çiyayê Şengalê de bê xwarin û vexwarin man, bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku rê nebûn xwe xelas bikin, di wan rojan de ti tevgerên ku xwe bi navê Êzidiyan jî hildidan ti alîkarî ji bo gel nekirin. Ji bilî TEVDA'yê kesî di wê dema awarte de alîkariya civaka Êzidî nekir. Tevgera TEVDA ya ku ji bo civaka Êzidî kar dikir, di dema fermanê de xwedî li Êzidiyan derket, li gorî derfetên xwe ji bo gel kar kir û heta niha ji bo gel kar dike. TEVDA komek bû beriya fermanê li Şengalê kar dikirin. 

ME BI KOMEKE BIÇÛK PÊŞÎ LI DAIŞ'Ê GIRT

Kesên ku di fermanê de li ber xwe dan ew her deh kesên ku ji koma TEVDA li çiyayê Şengalê ma bûn. Ji bilî wan kesî li ber xwe nedida. Ji ber ku digotin ti hêz nikare xwe li ber DAIŞ'ê bigire. Lê belê me bi komeke ya ji deh kesan pêk dihat û bi alîkariya gel li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dan. 

Ji 4'ê Tebaxê heta 7'ê Tebaxê, gerîlayên HPG'ê xwe ji çiyayên azad berdan û rê li milê gundê Dîgorê ji gelê me yê Êzidî re vekirin. Di vekirina korîdorê de çend hevalên me şehîd ketin, lê jiyana bi hezaran mirovên Êzidî rizgar kirin.

Min bi çavê serê xwe dît ku di  2'ê Tebaxê Serbest Bapîrî di ser medyayê de got ku em amade me canê xwe ji bo Şengalê bidin, gelê xwe yê Êzidî biparêzin û Şengal Kurdistan e. Lê belê her kesî dît ku çawa di 3'ê Tebaxê bi hêza xwe ya mezin ji Şengal reviyan. Dema ku direviyan gelê me yê şoreşger xwest ku li ber xwe bide. Gel pêşî li wesayîtên pêşmergeyan ku xwe ji Şengal vekişand girtin ji bo bi çekên wan li ber xwe bidin. Lê hêzên PDK'ê tevî ku ji Şengalê reviyan û gel di destê çeteyan de hiştin, ev yek têra wan nekir raste- rast ew kesên ku xwestin çekan ji pêşmergeyan bigirin ew kes kuştin.

ARMANCA PDK'Ê QEDANDINA ME ÊZIDIYAN BÛ

Armanca pêşmergeyan ne parastina Şengalê bû. Li Şengalê 10 hezar pêşmerge hebûn, lê belê Şengal neparastin. Armanca wan ew bû ku civaka Êzidî biqedînin û navê Êzidiyan li cihanê nehêlin. Lê ev armanca wan têk çû û fikrê azad kete çiyayê Şengalê. Em niha bi çavê xwe dibînin ku gelê me yê Êzidî xwe bi xwe diparêze û li ber xwe dide. Hêza me YBŞ'ê YJŞ'ê hatiye avakirin. Bila ew kesên ku ji Şengal reviyayên baş zanibin ku wê hêzên me YBŞ'ê YJŞ'ê rojekê hesab ji wan kesan bixwazin. Ji ber ku wan bi hezaran ji gelê me di destê DAIŞ'ê de hiştin û firotin.  

Êdî gelê me yê Êzidî bi saya fikirê azad di roja me ya îro de li ber xwe dide û dikare li hemberî dijmin bi tena serê xwe raweste."

...