Pîrê Ocaxa Sînemîlî Deprem: Xwerêveberî cewhera Elewîtiyê ye
Pîrê Ocaxa Sînemîlî Suleyman Deprem ê li ser Elewîtiyê lêkolînan dike û gotaran dinivîsîne diyar kir ku Elewîtî ne xerîbê feraseta xwerêveberiyê ye.
Pîrê Ocaxa Sînemîlî Suleyman Deprem ê li ser Elewîtiyê lêkolînan dike û gotaran dinivîsîne diyar kir ku Elewîtî ne xerîbê feraseta xwerêveberiyê ye.
Pîrê Ocaxa Sînemîlî Suleyman Deprem ê li ser Elewîtiyê lêkolînan dike û gotaran dinivîsîne, cihê xwerêveberiyê di nava Elewîtiyê ji me re nirxand.
Pîr Deprem da xuyakirin, ku Elewîtî civakeke ne xerîbê feraseta xwerêveberiyê ye, ev sîstem di dema bihurî de jiya ye û hînê li gelek herêman dijî. Deprem diyar kir, xweserî şêweyeke rêveberiyê ya ne xerîbê civakan e û da zanîn, ku desthilatdarî bi zanebûn daxwaza xwerêveberî berevajî dike.
Deprem got, "Xwerêveberî bandora dewletê ya li ser gel kêm dike. Şêweyeke jiyanê ye ku nagêle aliyê zordar ê dewletê xwe bigihîne gel. Xwerêveberî, bêyî dewletê çareserkirina pirsgirêkan di nava xwe de ye. Her tiştên li herêmên xweser tên hilberandin, bi temamî li wan herêman tên bikaranîn. Ya ku dewlet naxwaze jî ev e. Ji ber ku dewlet para herî mezin a li welêt desteser dike. Naxwaze ev ji dest biçe."
'SEDEMA BINGEHÎN A KOMKUJIYA DÊRSIMÊ, XWESERÎ BÛ'
Deprem anî ziman, ku sedema Komkujiya Dêrsim 38, ku bi hezaran mirov hatin qetilkirin, xweseriya herêma Dêrsimê bû û ev nirxandin kir: "Li herêma Dêrsimê şêweyeke riyanê ya li gorî rê û erkanê Elewîtiyê, di çarçoveya felsefeya Bajarê Rezamendiyê de cewhera xwe diparast û ti pêwendiya xwe bi dewletê re nebû. Dema dewleta Komara Tirkiyeyê ava bû, rûspiyên Dêrsimê bi rêya nameyan ji rayedaran re ragihandin ku ew dixwazin rêveberiya xweser bidomînin. Lê belê dewletê ev qebûl nekir. Dûre dest bi qirkirineke mezin kirin. Yek ji sedemên bingehîn ên vê qirkirinê jî, israra di xwerêveberiyê de bû."
'XWERÊVEBERÎ DI NAVA ELEWÎTIYÊ DE HEYE'
Deprem anî ziman, ku Elewîtî bi tena serê xwe xwedî naveroka xwerêveberî û xweseriyê ye û destnîşan kir ku xwerêveberî şêweyeke jiyanê ya ji têkiliyên civaka çînî azade ye.
Pîr Deprem got, "Em ji vê şêweyê rêveberiyê re di nava Elewîtiyê de dibêjin Bajarê Rezamendiyê. Ev jiyaneke komkunal e. Berî milkiyeta taybet derkeve holê, hemû şêweyên jiyanê hevpar bû û vîna jinê li pêş bû. Her tişt a her kesî ye. Lê li vê derê rewşeke serberedayî nîne. Xwerêveberî heye. Hemû ferdên civakê bi rêya hin saziyan re wezîfedar û erkdar in. Di Elewîtiyê de merasîmên Cem cihên wergirtina biryarê ne. Hemû biryarên li ser mijarên aborî, siyasî, civakî û çandî li vê derê ji civakê re tê ragihandin. Heta salên 1960'î li gelek qadên jiyanê yên Elewiyan, keya û heyeta eza nedihatin hilbijartin. Li erkana cem biryar li ser dihat dayîn û ji dewletê re dihat ragihandin. Elewîtî di heman demê de şêweyeke jiyanê ya li derveyî dewletê ye."
'HEVSEROKATÎ PÊKANÎNEKE ELEWÎTÎ YE'
Pîr Deprem anî ziman ku li Bajarê Rezamendiyê jin û mêr xwedî heman mafan e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Sîstema Hevserokatiyê pêkanîneke Elewîtî ye. Di nava civakên bê dewlet de ti ji biryarên jin di nava de nebe, nayê qebûlkirin. Di Cem a Elewîtiyê de li cihê biryardayînê jin rûdinê."
'XWERÊVEBERÎ DI CEWHERA ELEWÎTIYÊ DE HEYE'
Deprem da zanîn ku Elewîtî di nava rewşa ekolojîk de hemû zindiyan esas digire û got, "Li gorî dilê xwe tu nikare zerarê bide ti zindiyî, tu nikare li ser hikum bike, êrîş bike. Ev yek bi temamî qedexe ye. Mafê kesî di vî warî de nîne. Yên ku bi textan kar dikin, berî darekê bibre li ber disekine û ji darê rezatiyê dixwazin, ji ber ku ew jî zindiyek e. Bi qasî ku pêwîstiya xwe pê heye, dibirin. Li Bajarê Rezamendiyê parastina hevsengiya xwezayê pîvaneke bingehîn e. Hezkirin esas e, mînakek nebaş nîne. Bi tenê başî û bedewî tê vegotin. Ji bo neçûna dojehê başî nayê kirin. Di jiyanê de bedewî esas tê girtin. Xwerêveberî şêweya jiyanê ya Bajarê Rezamendiyê ye. Hemû çavkaniyên xwe yên aborî xwe dispêre jiyana komunal. Elewîtî jî şêweyekî jiyanê yê bê dewlet e. Xwerêveberî di cewhera Elewîtiyê de heye. Kevneşopiya lokma, nîşaneya jiyana komunal e. Di Elewîtiyê de sedeqe nîne. Parvekirin û jiyana hevpar heye. Milkiyeta taybet nîne."