Pêşmergeya Komala Xezal Molan jiyana xwe ji dest da
Di êrişa droneya bombebarkirî de ya li ser herêma Sûrdaşê, pêşmerge Xezal Molan jiyana xwe ji dest da.
Di êrişa droneya bombebarkirî de ya li ser herêma Sûrdaşê, pêşmerge Xezal Molan jiyana xwe ji dest da.
Êvara 14'ê Nîsana 2026'an bi droneyên xwekuj êrişî Sûrdaş ya ser bi Silêmanî û Xelîfan û Koye ya ser bi Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê hatibû kirin. Di êrişa ser Kampa Sûrdaşê de 3 kes birîndar bibûn. Hate ragihandin pêşmergeya bi navê Xezal Molan (20) ya birîndar bibû, şehîd ket. Xezal Molan salek bû pêşmergeya Komala Zehmetkêşan a Kurdistanê bû.
Têkildarî mijarê Rêveberiya Komîteya Navendî ya Komala Zehmetkêşan a Kurdistanê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev êrişa terorîstî belgeyeke dine ya Komela Îslamî ya Îranê ji bo parastina desthilata xwe ti sînoran ji bo kuştin û bêdengkirina xelkê têkoşer nas nake.