‘Pêngavek gekekî bi rûmet e’
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ), têkildarî Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî ya ku duh ji aliyê YJŞ'ê ve hatibû destpêkirin daxuyaniyek nivîskî da û pêgav silav kir.
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ), têkildarî Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî ya ku duh ji aliyê YJŞ'ê ve hatibû destpêkirin daxuyaniyek nivîskî da û pêgav silav kir.
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) têkildarî Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî ya ku ji aliyê Yekîneyê Jinên Şengalê (YJŞ) ve bi armanca rizgarkirina jinên Êzidî û gund hatibû destpêkirin daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de pêngav hate silavkirin.
Di daxuyaniyê TAJÊ de wiha tê gotin; "Em wekî Tevgera Azadiya Jinên Şengalê Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî ku di pêşengtiya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ)'ê de dimeşe pîroz dikin, bi dil û can silav dikin. Ev hamleya tolgirtina bi hezaran jinên ku di destê DAIŞ'ê hov de, li ser wan bazariyên kirêt tên kirin ne. Lewma ev pêngavekî gelek bi rumet e. Di heman demê de hamleya ku li Reqayê bi hêza QSD'ê dimeşe û pêngava Mûsilê jî em silav dikin. Ev pêngavane wê bibin rizgariya mirovahiyê ji hêzên dij mirovahiyê yên DAIŞ'ê."
Herî dawî Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî ya Şengalê (TAJÊ) ev bang kir: "Bila hemû dost û dijminên me baş bizanin ku em ê tola jinên Şengalê, hem di warê leşkeri de û hem jî bi serxistin û pêşxistina xweseriya Şengalê ve bigrin. Disa bila her kes bizane em pîşt şervanên azadiya Şengalê YJŞ û YBŞ’ê ne."