BI DÎMEN

Pêngava Xezeba Firatê: Gelek sivîl hatin rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi hezaran sivîlên ji Reqayê ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar kirin û ew birin herêmên ewle.

Şervanên QSD'ê, di çarçoveya qonaxa çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê de, ku roja 14'ê Nîsanê dest pê kir, bi pêş ve diçin. Şervanan bi hezaran sivîl ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û birin herêmên ewle.

Ev dîmenê ku li bakurrojavayê Reqayê hatiye kişandin, nîşan didin bê şervanên QSD'ê bi çi rengî sivîlan derbasî herêmên ewle dikin.