Pasdaran 2 gundiyên Serdeştê qetil kirin

Hêzên rejîma Îranê 2 gundiyên Giwêzîlê yê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê qetil kirin. Zexta hêzên rejîmê ya li vî gundî dewam dike. Ji ber ku xetên elektrîk û telefonê hatine birîn, agahî ji gund nayê girtin.

Hêzên rejîma Îranê 2 gundiyên Giwêzîlê yê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê qetil kirin. Zexta hêzên rejîmê ya li vî gundî dewam dike. Ji ber ku xetên elektrîk û telefonê hatine birîn, agahî ji gund nayê girtin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, pasdarên rejîma Îranê zextên xwe yên li ser gundiyên derdora Serdeştê yên debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikin, zêde kirine û roja 28'ê Hezîranê dest danîne ser bar û eşyayên gundiyan.

Gundiyên li hemberî vê derketin, bûn hedefa êrîşa pasdaran. Di encama êrîşên hêzên rejîma Îranê de welatiyên bi navê Letîf û Reûf Elîxanî jiyana xwe ji dest dan.

Endamê Desteya Rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan Cehangîr Ebdullahî der barê bûyerên rojên dawî yên li herêma Serdeştê de ji ajansa nûçeyan Rojnewsê re axivî.

Ebdullahî got, "Roja Sêşema hefteya bihurî, hêzên pasdarên Îranê êrîş birin ser komek qaçaxçiyên ji gundê Giwêzîlê. Li nêzî çemê Kelwê û bi şêweyekî bê hişyarî bidin li ser qaçaxçiyan gule direşînin. Di encama vê êrîşa li vir de qaçaxçiyê bi navê Reûf Elîxanî jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn. Her wiha hêzên pasdarên Îranê li herêmê dest danîn ser barê qaçaxçiyan û çend hespên wan qetilkirin.”
 
Cehangîr Ebdullahî wiha dewam kir; "Xelkê gund jî ji bo lêpirsîna sedema kuştina Reûf Elîxanî çûn baregeha pasdaran a li vir. Lê belê li cihê ku bersiv bide welatiyan, êrîşê dibin ser wan û xelkê vir jî bersiv dan van êrîşan. Di encamê de fermandarekî pasdarên Îranê hat kuştin û Letîf Elîxanî birayê Reûf Elîxanî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da."
 
Cehangîr Ebdullah bal kişand ser zêdebûna aloziyên li herêmê û wiha got; "Baregeha pasdaran a li gundê Giwêzîle piştî qetilkirina du welatiyên gund û birîndarkirina çend kesan, êrîş dibin ser gund û gelek welatî birîndar kirin. Welatiyên gund jî ji neçarî gundê xwe bi cih hiştin. Di êrîşa sêyem de ku li gund zêde kes nemaye, hêzên pasdaran gund dagirkirin, îxtiyarên gund desteser kirin û li baregeha pasdaran a bajarê Serdeşt îşkence dikin."
 
Piştî vê êrîşa pasdaran, ragihandin ku her kesekî zêdetirê 300 metran ji gund dûr bikeve, wê wan bikujin. Her wiha qedexeya hatin û çûnê danîne ser tevahî gund û bajarokê Rebet û gundên derdorê qedexe danîne ser.
 
Li gor agahiyan, piştî vê bûyerê, roja 1'ê Tîrmehê ciwanên her du gundên Giwêzîlê û Bêwran vedigerin gundên xwe, dibînin ku xelkê gund hemû hatine desteserkirin, ew jî êrîşê dikene ser baregehên pasdaran ên li vir, hêzên pasdaran ji van deran derdixin û kesên hatîn desteserkirin jî rizgar kirin. Ji wê demê heya niha rageşiyên navbera xelkê herêm û hêzên pasdarên rejîma Îranê de berdewame.