PADÊ êdî partiyeke fermî ya Iraqê ye
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), ku ji bo temsîliyeta Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê par hate damezrandin, ji aliyê parlamenta Iraqê ve weke partiyeke fermî hate qebûlkirin.
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), ku ji bo temsîliyeta Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê par hate damezrandin, ji aliyê parlamenta Iraqê ve weke partiyeke fermî hate qebûlkirin.
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), di Hezîrana 2016'an de hate damezrandin û ji bo fermiyetê serî li parlamenta Iraqê da.
Ev serlêdana PADÊ îro bi awayekî fermî hate qebûlkirin û biryara qebûlkirinê ji rayedarên PADÊ re hate ragihandin.
Ji rêveberiya PADÊ Melîha Mûrad îro li çiyayê Şengalê di civîneke gel de axivî û mizgîniya fermîbûna PADÊ da civaka Êzidî.
Mûrad got, "Civaka Êzidî êdî bi fermî bi dengê xwe ji vir û şûn de wê tevlî parlamenta Iraqê bibe."
Melîha Mûrad got, "Hêzên desthilatdar nikarin vîna gelê me bişkînin û heya ji me were em ê ji bo gelê xwe bi fedekariyek mezin kar bikin."
Bi biryara parlamenta Iraqê re wê PADÊ êdî karibe tevlî hilbijartinên giştî yên Iraqê bibe û civaka Êzidî temsîl bike.
Tê payîn ku PADÊ di dema pêş de navend û buroyên xwe bi awayekî fermî li Başûrê Kurdistanê û bajarên din ên Iraqê veke.