Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok destnîşan kir, ku AKP bê şik û guman xwedî pêkanîn û zîhniyeteke faşîst e û da zanîn, ku yekan polîtîkaya AKP'ê ya li ser pirsgriêka Kurd, tesfiye û tinekirin e.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û berxwedana li hemberî van êrîşan ji ANF'ê re nirxand.
Ok destnîşan kir, ku AKP bê şik û guman xwedî pêkanîn û zîhniyeteke faşîst e û da zanîn, ku yekan polîtîkaya AKP'ê ya li ser pirsgriêka Kurd, tesfiye û tinekirin e.
Ok diyar kir ku AKP'ê di salên bihurî de mînaka Srî Lankayê gelekî bilêv dikir û got, "Ya ku niha hewl dide bike ev e. Yekane armanca wan ew e ku kadroyên pêşeng ên PKK'ê tine bikin, pişta gerîla bişikînin, vîna gelê me yê berxwedêr bişikîne û bi vî rengî mînaka Srî Lankayê pêk bîne. Ji bo vê yekê jî her tiştî rewa dibîne. Yanî hiqûqa navneteweyî, mafên mirovan ên gerdûnî û pîvanên exlaqî binpê dike. Bi êrîşa li hemberî nirxên Kurdan, bi bombekirina şehîdgehan, ku nirxê herî pîroz ê gel e, bi kişandina cesedên jin û xortên ciwan li pişt panzeran, bi qetilkirina jin û zarokan û bi bombekirina çiya û bajaran re dixwaze bi ser bikeve. Bi zalimî êrîş dike. Lê belê ev polîtîkaya wan a xeflet û xanîtiyeke mezin, wê ti carî bi ser nekeve."
'HETA NIHA NIKARÎBÛN VÎNA GELÊ KURD BIŞIKÎNIN, WÊ JI NIHA Û PÊ VE JÎ NIKARIBIN BIŞIKÎNIN'
Ok da xuyakirin ku êrîş di herikîna dîrokê de gelek caran li hemberî gelê Kurd, li her devera Kurdistanê bi taybetî li Dêrsim û Zîlanê bi cih hat anîn û ev nirxandin kir:
"Encam li naverastê ye. Nikarîbûn vîna Kurdan bişikînin, wê dîsa nikaribin bişikînin. Bi komkujî û sirgûnan re nikarîbûn Kurdan biqedînin, ji niha û pê ve jî wê nikaribin biqedînin. Bi asîmîlasyonê re nikarîbûn Kurdan tine bikin, niha hîç nikarin tine bikin. Yanî rêbazên dubare yên zîhniyeta mêtînger, înkar û qetlîamker, ji bilî heman encaman wê bi kêrî tiştekî neyên. Berevajî, Kurd îro bêhtir bi rêxistin in, xwedî tecrûbe ne û bi berxwedana bênavber a 40 salan re bi avantaj in û xurttir in. Niha dora Amedê bi tank û topan dorpêç kirine. Bi balafirên şer, bi helîkopteran re amadekariyan dikin. Ji Cizîr, Silopiya û Şirnexê mamoste, karmendên dewletê vedikişînin. Gelê baş dizane ev tên çi wateyê. Xuya ye ji bo komkujiyeke mezintir amadekariyan dikin, lê bi kêr nayê. Bi lêdan, kuştin û girtinê re nikarin me biqedînin. Cihêkariya herî mezin ew bi xwe dikin."
'MÊTÎNEGRIYA ERDOGAN Û AKP'Ê LI BER ŞIKESTINÊ YE'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da zanîn, ku di vê gelê Kurd vê yekê bêbersiv nehêle û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Ji Botanê mamosteyên xwe vedikişînin, bila vekişînin. Ma ev mamoste bûn ku asîmîlasyon dikirin? Divê Kurd bêjin, 'Di dema komkujiyê de we xwe veişandin, di demên cuda de hûn nikarin li dibistanên mêtîngeran zarokên me asîmîle bikin'. Pêwîste Kurd ji niha û pê ve van mamosteyan qebûl neke. Girîng gel ê me baş bi vê zanibe; Dibe ku em li dijî mêtîngeriya AKP'ê şerê xwe yê dawî dimeşînin. Mêtîngeriya Erdogan û AKP'ê li ber şikestinê ne. Pêşeroja xwe ya ji niha û pê ve di rewşa li Kurdistanê de dibîne. Li pêşberî berxwedana me nikarin encamê bi dest bixin. Baş dizanin ku ev yek wê bibe dawiya wan. Diyalektîk ev e. Di rewşa herî hişk de ji hev belavbûn û windakirin bi lez pêk tê. Rewşa hemû dîktatoran bi vî rengî ye. Di demên ku xwe herî zêde xurt dîtine, tesfiye bûne. Ya xurt, vîna gelê me yê mafdar û têkoşîna gelê me ye."
'EV ŞERÊ VIYANÎ JI BO PÊŞEROJA GELÊ ME GIRÎNG Û JIYANÎ YE'
Ok anî ziman ku divê were zanîn ev şerê viyanî ji bo pêşeroja gel jiyanî ye û destnîşan kir, ku weke gel girîng e ew bi hemû hêza xwe bi awayekî topyekûn vê têkoşînê bimeşînin.
Ok got, "Ji bilî vê yekê ti çare nîne. Di rewşeke ku hemû nirxên Kurdan rastî êrîşên zalimane û bêşerm tên de, ti mirovekî bi rûmet nikare ji Erdogan û AKP'ê merhametê hêvî bike. Roj roja berxwedanê ye, roja azadî ye. Ew roj e ku ji bo vê yekê divê em amade bin berdêlên herî mezin bidin. Jiyaneke azad û bi rûmet bi vî rengî pêk tê. Vî gelî ti carî serî li ber zaliman netewand. Di herikîna dîrokê de netewand, di têkoşîna 40 salan a bi pêşengiya Rêber Apo de netewand. Li ber xwe da û bi ser ket. Ji niha û pê ve jî wê li ber xwe bide û bi ser bikeve. Mêtîngerî li Kurdistanê qediya ye. Bi êrîşa li hemberî nirxên Kurdan re mêtîngerî qediya ye. Ya heyî bi tenê hêza wan a zordariyê ye. Ya girîng ew e ku têkiliya neteweyî, zîhnî û psîkolojîk a bi mêtîngeriyê re bê qutkirin. Kurdan ev bi ser xistine. Ya mayî, berdêl jî bivê, ne zehmet e. Wê serketin bi dest bikeve."
'HER KESÊN JI XWE RE DIBÊJE EZ ÎNSANIM, DIVÊ LI DIJÎ KOMKUJIYÊN DEWLETÊ DERKEVIN'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bibîr xist, ku di demên bi vî rengî girîng û dijwar de hin beşen civakê dibe ku dengekî bi tirs û bêbiryar derxîstin û diyar kir, ku ti bandora van derdoran nîne.
Ok destnîşan kir ku dengê berxwedanê bêhtir xurt e û got, "Berdêl giran e, lê rûmet bi vî rengî dikare bê parastin. Ya ku Kurdan Hêrs dike, bêdengiya li Tirkiyeyê ye. Cîhan jî bêdeng e. Eger li welatekî din ê cîhanê şehîdgehên gelekî bihata bombekirin, cesedên jin û ciwanan li pişt panzeran bihata girêdan, qetlîamkeran pê li cesedan bikira û wêne bikişanda, wê nerazîbûna li vê cudatir bûya. Mêtîngerî hewl dide komkujiyê weke polîtîkayeke ji rêzê bide qebûlkirin. Pêwîste dostên Kurdan û her kesên ji xwe re dibêje ez însanim, îsyanê li vê rewşê bikin. Ji ber ku rewşa heyî ne normal e. Şerek diqewime. Bajar û gundên Kurdan tên şewitandin û talankirin. Tank, top, hawan û balafirên şer êrîş dikin. Kurdistan tê şewitandin, gelê Kurd 24 saetan bênavber li ber xwe dide. Di rewşeke bi vî rengî de nabe ku metropolên Tirkiyeyê bêdeng bimîne. Li aliyekî komkujî, li aliyê din jiyan, nabe. Pêwîste şoreşger, sosyalîst û rewşenbîrên Tirkiyeyê rabin ser piyan. Diviyabû ruhê Gezî ewçend zû nevemiriya. Rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, hunermend û gelê Tirkiyeyê diviyabû ji bo Kurdistanê seferber bibûna. Berxwedana li Kurdistanê qaxiza tûrnûsol e. Divê her kes xwe li gorî vê yekê pênase bike. Hêzên demokrasî û têkoşer, neçarin li hev kom bibin. Alternatîfa faşîzmê, yekîtiya hêza şoreşger e."
'EZ CIWANÊN KURDISTANÊ YÊN TÊKOŞER SILAV DIKIM'
Ok di dema axaftina xwe de bal kişand ser pêşengiya ciwanan di têkoşînê de û got, "Ez ciwanên têkoşer ên Kurdistanê silav dikim. Ciwanên Kurdistanê rola xwe ya pêşeng a têkoşînê, îspat kirine. Bi dewamkirina têkoşînê re wê ciwan vê rola xwe ya pêşengiyê bêhtir bi xurtî bilîzin. Hêza berxwedêrî, têkoşîn, zanebûn û rêxistinbûyînê ya civakê, xwe bi ciwanan nîşan dide. Ciwanên Kurd bi îmtihaneke dîrokî û wezîfeyeke dîrokî re rû bi rû ne. Li Kurdistanê ti tiştekî normal nîne. Her tişt awarte ye. Pêwîste ciwan jî bi awayekî awarte rabin ser piyan. Asta li têkoşînê ya dema dawî, cihê rûmetdariyê ye."