Oduk û Can li Silopiya hatin oxirkirin

Cenazeyên ciwanên bi navê Ali Oduk û Halil Can ên ku duh li Silopiya ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin. Di merasîma cenazeyan de gelê Botanê bi dirûşma, "Tolhildan" hêrsa xwe anî ziman.

Cenazeyên ciwanên bi navê Ali Oduk û Halil Can ên ku duh li Silopiya ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin. Di merasîma cenazeyan de gelê Botanê bi dirûşma, "Tolhildan" hêrsa xwe anî ziman.

Cenazeyên ciwanên bi navê Ali Oduk û Halil Can ku duh li Taxa Kobanê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê di malekê de ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin ji aliyê hezaran welatiyan ve hatin oxirkirin. Piştî karên otospiyê cenazeyên Oduk û Can ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnex ji aliyê malbat û endamên MEYA-DER'ê ve hatin wergirtin û anîn Silopiyayê. Di ketina bajêr de bi sedan welatiyan cenaze pêşwazî kirin û bi kerwanek wesayîtan cenazeyên Oduk û Can anîn Mizgefta Mekkeyê ya li Taxa Kobanê. Bi hezaran welatiyan cenaze bi dirûşmên, "Şehîd namirin" , "Ey şehîd xwîna te li erdê namine" û "Tolhildan" pêşwazî kirin. Piştî ku li vir wecîbeyên olî yên cenazeyên Oduk û Can pêk hatin ciwanan cenaze hildan ser milên xwe û li gel parlamenterên HDP'ê yên Şirnex Aycan Îrmez, Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu, Parlamentera HDP'ê ya berê Aysel Tugluk, hevşaredarên herêma Şirnex, Hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê yên herêmê û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl bi hezaran welatî ber bi Goristana Şehîdan a li Taxa Kobanê ve meşiyan.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Ali Oduk û Halil Can hatin hilgirtin. Gelê Silopiya hêrsa xwe ya li hember terora dewleta Tirk bi dirûşmeyan anî ziman. Bi hezaran welatiyan bênavber dirûşmên, "Şehîd namirin" , "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" , "Bê Serok jiyan nabe" , "Tolhildan tolhildan, tolhildana şehîdan" û " Ey şehîd rêya te rêya me ye" hatin berzkirin. Piştî ku bi hezaran welatî gihiştin ser goristanê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêzgirtin pêk anîn.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'a Cizîrê Mele Qasim Yîgît di kesayeta Oduk û Can de hemû cangoriyên Kurdistanê bi bîr anîn û sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest. Yîgît anî ziman ku bi êrîşên ku pêk tînin dixwazin gelê me bitirsînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hûn bi kuştinan nikarin me xelas bikin û vî gelî terbiye bikin. Ev gel her tim li ber xwe daye û wêê îro jî li hember vê zîhniyeta DAIŞ'ê li ber xwe bide."

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî destnîşan kir ku gelê Botanê ev 40 roj e li hember êrîşên hovane yên polîsên Tirk bi berxwedana rewa li ber xwe dide û axaftina xwe wiha domand: "Ev 40 roj e gelê me li ber xwe dide. Van ciwanan jî ji bo ku gelê me neyê qetilkirin bi parastina rewa li ber xwe dan. Em soz didin şehîdên xwe ku em ala wan bilind bikin û doza wan bişopînin." Encu da zanîn ku ew ê weke gel bi xweparastinê biparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê bi xweparastinê xwe bi rê ve bibin. Em kesên ji Enqere tên nasnakin. Kesên ku vîna vî gelî nas neke, ev gel jî wan nas nake."

Bavê Oduk, Cehver Oduk û bavê Can, Mehmet Can jî got ku zarokên wan ne tenê şehîdên wan ew şehîdên hemû gelê Kurdistanê ne.

Piştî axaftinan cenazeyên her 2 ciwanan bi dirûşma, "Şehîd namirin" û dûayan de hatin definkirin.

Piştî definkirina Oduk û Can welatî bi girseyî çûn mewlûda ku ji bo gerîlayên HPG'ê Musa Ongun (Kamuran Cûdî) û Gabar Tutuk (Botan Cûdî) ên 26'ê Tebaxê li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku bi hezaran welatî gihiştin konê sersaxiyê yê li Taxa Feraşînê li vir mewlûd hate xwendin û xwarina mewlûdê hate belavkirin.