Nûnertiya Rojava wê di navbera Kurd û Rûsya de rola pirê bileyze
Nûnerê PYD'ê yê li Rûsyayê Abdulsema Elî got, "Kurd ji bo civîna Cenêv-3 nehatin vexwendin, gotin ku wê piştî demekê bên tevlîkirin. Bêguman ev helwesta saziyên navneteweyî şaş e û nayê qebûlkirin."
ÊRÎŞ QOSER
MOSKOWA
în, 5 reşemiyê 2016, 07:08
Nûnerê PYD'ê yê li Rûsyayê Abdulsema Elî got, "Kurd ji bo civîna Cenêv-3 nehatin vexwendin, gotin ku wê piştî demekê bên tevlîkirin. Bêguman ev helwesta saziyên navneteweyî şaş e û nayê qebûlkirin."
Li welatê Rûsya vekirina nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê bûye rojeveke sereke. Vekirina vê nunetiyê gelek aliyên ku naxwazin îradeya Gelê Kurd bênaskirin nerehet kiriye. Berpirsyarê PYD'ê yê Rûsyayê Abdulselam Elî, wate, rol û mîsyona vê nûnertiyê ji ANF'ê re nirxand.
Piştî Herêma Kurdistanê, hûn nûnertiya xwe li Rûsyayê vedikin. Vekirina vê nûnertiyê di asta siyasî de tê çi wateyê?
Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê ya ku niha li Rûsyayê tê vekirin, nûnertiya yekemîn e ku li derveyî Kurdistanê tê vekirin. Di vî milî de mirov dikare vê yekê wek gavek dîrokî binirxîne. Ji bo Rojavayê Kurdistanê danûstandinên xwe yên fermî bi rayedarên derve re pêk bîne, ev nûnertî wê gava yekemîn e. Ji milî siyasî ve tê çi wateyê? Tê wateya ku ew beriya her tiştî rêveberiya Rojavayê Kurdistanê û gelê Rojavayê Kurdistanê daxwaziya wan a yekemîn ku bikaribin di qada navneteweyî de bên naskirin, bên bihîstin. Bûyer li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gelek li ser hev diqewimin. Bi hebûna nûnertiyek bi vî rengî re beriya her tiştî ji bo ku bibe deng û pira di navbera welatê ku lê nunertî hatiye vekirin û Kurdistanê de mîsyonekî wisa bilîze. Ji bo wê jî nûnertiya Rojavayê Kurdistanê wê bibe dengê Rojavayê Kurdistanê û wê bibe dengê hemû gelên ku li Sûriye û Rojava dijîn.
Wê rol û misyona vê nûnertiyê çi be?
Du rol û mîsyonên vê nûnertiyê hene. Rola yekem ew ku wê ev nûnertî di navbera Rûsya û Rojavayê Kurdistanê de bibe pirek. Ango bibe saziyek ku di qada navneteweyî de û peywendiyên bi rayedarên Rûsya re bikaribe nûnertiya gotin û dengê rêveberiya hevpar a Kantonan û Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bike. Mîsyona din jî bêguman wê mîna saziyên nûnertiyê dikin tevbigere û li vê qadê wê parastina berjewendî û parastina mafên kesên girêdayî Rojava ne bike. Wek tê zanîn li Rûsyayê gelek Kurdên ji Rojava dijîn. Di heman demê de ev nûnertî di nav saziyên fermî yê Rûsyayê de ji bo parastina berjewendiyên van Kurdan û çareserkirina pirsgirêkên wan çi li Rûsyayê çi jî li Rojavayê Kurdistanê bikaribe roleke navbeynkar bilîze û pirsgirêkên derdikeve çareser bike. Yanî mirov dikare bêje du rolên esasî yên vê nûnertiyê hene; Karên girêdayî hundir yanî girêdayî Rojavayê Kurdistanê û karên girêdayî derve, ew jî di çarçoveya parastina berjewendên Rojava û welatiyên Rojava danûstandin rêveberiyê Rûsyayê re ye.
Ji hêla rayedarên Rûs ve wê ev nûnetî di çi astê de muxatap bê girtin?
Muxatap girtina nûnertiyê beriya her tiştî bi rewşa Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye. Ev rastî ne tenê ji bo nunetiya Rojava ye, ji bo hemû nûnertiyan derbasdar e. Rojavayê Kurdistanê li Sûriyeyê û herêma Rojhilat Navîn çiqas xurt, aktîf û diyarker be asta nûnertiya wê jî wê ewqas xurt be. Wê bêtir bê bihîstin û bêhtir mûxatab bê girtin. Yanî ev her du ji du milan ve hev dû temam dikin. Xurtbûna Rojavayê Kurdistanê destê nûnerê Rojavayê Kurdistanê yên li Rûsyayê wê ewqas xurt bike. Rojava çiqas xurt û geş be wê ewqas jî asta peywendî û tekîliya danûstandinan jî li Rûsyayê û kîjan welatê din dibe bila bibe wê bilind bibe.
Bi vekirina nûnetiyê re mirov dikare bêje Rûsya Kantonên Rojava fermî nas dike yan na?
Ji bo mirov bêje welat Kantonên nas dike yan nasnake hîn zû ye. Beriya her tiştî vekirina nûnertiyê biryar û îradeya Rojavayê Kurdistanê ye. Yanî biryarên ku tên girtin tên pêkanîn. Vaya derveyî îradeya welatên mezin lê di encama bi danûstandina bi wan welatan de pêk tê. Mirov dikare vê jî wisa şîrove bike. Ne ku Rûsya Rojava fermî nas dike. Beriya her tişî Rojavayê Kurdistanê gav davêje ku Rûsya wê fermî nas bike.
Di pêvajoya ku civîna Cenêv-III destpêkirî de verina vê nûnertiyê tê çi wateyê?
Kurd ji bo civîna Cenêv-3 nehatin vexwendin, gotin ku wê piştî demekê bên tevlîkirin. Bêguman ev helwesta saziyên navneteweyî şaş e û nayê qebûlkirin. Lê vekirina nûnertiyê tê wê wateyê ku çi dibe bila bibe, gelê Kurd gavê paşve navêje û her astengî derkeve wê deh qat zêdetir hewildan bike ku bikaribe van astengiyan derbas bike û bikaribe hedefa xwe bigihîne encamê. Ji ber wê jî vekirina vê nûnertiyê ji bo civîna Cenêv-III jî dibe wek bersivekê. Civînê Cenêv-I û II jî dema Kurd nehatin beşdar kirin, aliyên Kurd yanî Rojavayê Kurdistanê û Tevgera Kurd ji bo herdu civînan jî bersiv dan. Vekirina nûnertiya Rûsya jî ji bo civîna Cenêv-III wek bersivek sembolîk. Dîroka vekirina nûnertiyê û dema civîna Cenêv li hevhatina dîrokê çêbûye lê ev yek baş bûye.
Kî wê beşdarî merasîma vekirina nûnertiya Rojava ya ku wê 10’ê Sibatê de li Moskowayê bê vekirîn bibe?
Beriya her tiştî di merasîma vekirinê de Berpirsa Karê Derve ya Rojavayê Kurdistanê Sînem Muhamed wê beşdar bibe. Ji derveyî wê jî wê sazî û dezgehên li Rûsyayê û balyozên hin welatan hatine dawet kirin. Gelek pispor, akademîsyen, li Rûsyayê kesên xwedî rêz û hurmet hatine vexwendin.
Ji derveyî Rûsya li ti welatên din amadekariyên vekirina nûnertiyan hene an na?
Li derveyî Rûsyayê ji bo nunertî li Elmanya bê vekirin amadekarî tên kirin. Bêguman li hemû welatên din ê pêwîstiya nunertiyê pê heye wê xebatên vekirina nûnertiyê bên destpêkirin. Pêwîste Rojava jî wek perçeyekî cîhanê ji bo peywendiyê xwe fireh bike wê xebata bide meşandin û bikaribe bi beşekî berfireh re tekîliyan pêş bixe. Beriya her tiştî jî welatên esasî yên derfetên wan di çareseriya pirsgirêkan de heyî xebatên nûnertiyê bên meşandin. Ji bo wê mirov dikare bêje li derveyî Rûsyayê xebatên vekirina nûnertiyê Rojava tên meşandin.