Nisêbînî: Bila malên me bibin qurbanê ciwanên me

Nisêbîniyan di roja 7. de êrîş û dorpêçiya dewletê şikandin. Nisêbînî bi biryar in ku berxwedana xwe ya gel bidomînin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku heta niha 7 caran "qedexeya derketina derve" lê hat ragihandin, berxwedana gel didome. Piştî ku danê sibehê qedexe hat rakirin, asta û dijwariya êrîşan bêhtir xuya bû. Li taxên ku mizgeft, dikan û malên gel hedef hatin girtin, gel ji nû ve dest bi lêkirina dîwarên xwe kir.

Şêniyên taxa Zeynelabîdîn dan xuyakirin, ku maşînên zirxî ji bo bikevin nava taxê dîwarên hewşa Mizgefta Mele Mûsa xera kirine û gotin, "Ne dîn ne jî îmana van heye. Beriya çend salan gel bi xwe ev mizgeft çêkir. Vana nikarin xwe li mabetên me jî rabigirin."

'MALÊN MIN BILA BIBE QURBAN JI VÊ TÊKOŞÎNA GEL RE'

Yek ji malên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine hilweşandin a Apê Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Guler Yildirim Alî Yildirim e. Yildirim diyar kir ku bi sedan gule li dîwar û deriyê hewşa wî ketine û got, "Ji salên 1990'î û vir ve ez van êrîşan nas dikim. Mala min bi zanebûn hedef hat girtin. Bi salane ez di nava vê têkoşînê de me. Beriya bi salan gundê me şewitandin, bi salan di zîndanê de hatim ragirtin. Eger gelekî dest bi têkoşînê kiribe, bila mala min feda be ji van mirovan re." Alî Yildirim anî ziman ku gelek eşyayên li mala wî winda ne û got, "Ez nexweşê dil im. Wê çaxê ez ne li malê bûm. Dema ez vegeriyam, min dît ku gelek eşyayên me ne di malê de ne."

'ÊDÎ BES E, BILA DEST JI ME BERDIN'

Perîhan Çetîn jî ragihand ku maşînên zirxî yên di 22'ê Kanûnê de ketin nava taxê, dest bi xerakirina dîwarê mala wê kirine û got, "Bi zarokên xwe re em çûn odeya pişt xanî. Li Walîtî geriyam, ji min re gotin 'Em vê nakin, YDG-H'î vê dikin'. Min jî nerazîbûn nîşanî wan da û min ji wan re got, 'Gelo tankên YDG-H'yiyan hene ku niha bi tankê xaniyê min xera dikin'. Li ser vê yekê rabûn ji min re gotin, 'Polîsên me vê yekê ji bo ewlekariya jiyana we dikin. Zerara we çi be em ê dûre bidin'. Û telefon li rûyê min girt. Em ne nan, ne jî pereyê wan dixwazin. Em ne mûhtacî tiştekî wan e. Êdî bes e bila dest ji me berdin."

HER DER KULKULÎ KIRINE

Kolana Onder a di navbera taxên Zeynelabîdîn û Kişla li êrîşeke ewçend giran rast hatiye, ku hemû malên li vê kolanê ji ber guleyên hêzên dewletê zerareke mezin dîtine. Li vir xebatên çêkirina malan ji aliyê gel ve tê kirin. Medya Tanhan diyar kir ku di rojên êrîşê de wan mala xwe neterikandine û weke malbateke ji 20 kesan ew ketine cihê serşuştinê û got, "Dema qedexe rabû, em çûn odeyên din. Me dîtin ku ti tişt mîna berê nîne. Hemû pace, mobîla kulkulî bûne. Tişta nabe, bila hemû malên me qurbanî ciwanên me be. Bila mirin nebe, tişt nabe bi malê dinyayê."