Nisêbînê bendên xwe zexm dikin
Li Nisêbînê di encama berxwedana gel de, "qedexeya derketina derve" di roja 11. de rabû. Gel li hemberî êrîşên gengaz, bendên xwe yên xweparastinê zexm dike.
Li Nisêbînê di encama berxwedana gel de, "qedexeya derketina derve" di roja 11. de rabû. Gel li hemberî êrîşên gengaz, bendên xwe yên xweparastinê zexm dike.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, "qedexeya derketina derve" ya cara 6. hat îlankirin, di encama berxwedana gel de hat rakirin.
Çend deqe beriya rakirina qedexeyê, maşînên zirxî yên li qada Newrozê bi cih bûn êrîşî taxa Firatê kirin. Li dû hev li taxê 3 caran teqînan rû dan. Gel serketina berxwedana xwe pîroz kir û li hemberî êrîşên gengaz, bendên xwe zexm kir.
GULE REŞANDIN
Li Kolana Şîrînê, tevî ku qedexe hat rakirin jî, gule li jin, zarok û ciwanên bend ava dikin, hatin reşandin.
Li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê, bi rabûna qedexeyê re li ketin û derketina taxê bendên asayîşê hatin avakirin. Mirovên dikevin hundirê taxê, li van nuqteyan nasnameyên wan tên kontrolkirin.