Nerazîbûna li hemberî êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê: Walî şermezar kir

Waliyê Silêmaniyeyê bang li hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê jî êrişk weke êrişeke 'terorê' pênase kir.

Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir têkildarî êrişa duh bi şev a li ser qada gazê ya Kormor ya li navçeya Çemçemal a girêdyaî Silêmaniyê daxuyaniyek da.

Heval Ebubekir êrişê bi tûndî şermezarkir û got: “Pêwîste hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê parastin û ewlehiya her derê wek erkek li ser milên xwe xwere bibîne û dawî li van êrişan bîne. Pêwîste dawî li van şêwazên nerewa, nedesturî, neyasayî û nemirovane bê anîn ku li dervey saziyên dewletêne û metirsî û gef bixwere çêdikin.”

Heval Ebubekir diyar kiriye ku eşkere nekirina kes û berpirsên van êrişan ya di demên borî de, bûye sedem ev êriş berdewam bikin.

Her wiha Ebubekir gotiye: “Berdewamiya nakokiyên navxwe yên Herêma Kurdistanê zemîn ji bo van plan û destwerdanan çêdibe û dijmin êrişî ser me dike. Pêwîste dawî li vê rewşê were anîn, welat ji her êrişek navxweyî, herêmî û navdewletî were parastin.”

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê jî têkildarî êrişa duh bi şev a li ser qada gazê ya Kormorê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku duh bi şev qada gazê ya Kormor ji aliyê balafirek bêmirov a nenas ve hatiye hedefgirtin û agir bi yek ji depoyên sereke yên gazê ketiye, lê ti ziyanek giyanî çênebûye.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin: “Ev êrişeke rasterast a li ser berjewendiyên Iraqiyane û hewldaneke ji bo astengkirina hewlên hikûmetê yên ji bo aramî, ewlehî û aboriyê ye. Hedefgirtina jêrxana enerjiyê ziyaneke zêde bi çavkaniyên welat digihîne. Ev êriş kiryareke terorîstî ya cidiye.”