Nehiştin malbat biçin Cizîrê-HAT NÛKIRIN

Malbatên ji bo wergirtina birîndar û cenazeyên ev 10 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê tên hiştin ketin ser rê, li pêşiya navçeyê hatin sekinandin.

Ji birîndarên li jêrzemînê asê mane dayika Rohat Aktaş Melîha Aktaş ji polîsan re got, "Eger zarokên we di jêrzemîna avahiyekê de bi birîndarî asê mabûna, we yê çi bikira?"

Ji bo wergirtina birîndarên ev 10 roj in li jerzemîna avahiyeke li Cizîrê de asê mane, komek ji taxa Girê Mîra ya Nisêbînê ket ser rêya Cizîrê, lê belê li pêşiya navçeyê hat sekinandin. Dayikên birîndaran Dêrsim Aksoy, Ferîde Yildiz, Mehmet Yavûzel, Rohat Aktaş û Alî Firat Kaplan, malbata Cîhan Karaman ê jiyana xwe ji dest da, Parlamenterên HDP'ê Alî Atalan û Bûrcû Ozkan, alimên olî xwestin xwe bigihînin Cizîrê. Lê belê tîmên tevgera taybet pêşî li girseyê girtin û heqaret li wan kirin.

Parlamenteran bi rêya telefonê bi Wezareta Karên Hundir û Walîtiyê re axivîn, lê belê ji van danûstandinan hînê encamek derneketiye. Amîrekî tevgera taybet fermana 'ji bo destwerdanê amade bin' da polîsan.

Dayika yek ji birîndaran Rohat Aktaş Melîha Aktaş nerazîbûn nîşanî vê astengiyê da û ji amîrê tevgera taybet re got, "Eger zarokên we di jêrzemîna avahiyekê de bi birîndarî asê mabûna, we yê çi bikira?" Amîrê polîsan jî bi tenê got, "Şehîdê me jî hene."

MALBAT VEGERIYAN

Wekîlên HDP’ê ji bo malbatan biçin Cizîrê bi rayedarên Wezareta Karên Hundir û Qeymeqamê Cizîrê re hevdîtinek pêk anî.

Parlamenterê HDP’ê Alî Atalan bi Cîgirekî Musteşar ê li Wezareta Karên Hundir re bi rêya telefonê axivî. Atalan jê re got malbat dixwazin zarokên xwe bigire, li ser vê jî rayedar wiha bersiv da: “Ji malbatan re bibêje, bila zarokên wan bi xwe derkevin û biçin.”

Atalan li hember rayedar bertek nîşan da, wiha jê re got: “Hûn jî dizanin ev tiştê ku hûn dibêjin ne mimkûn e.”

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk Ozkan jî bi rêya telefonê bi Qeymeqamê Cizîrê re axivî. Qeymeqam Ahmet Adanûr jî heman tiştên Cîgirê Musteşar got, wiha axivî: “Bibêjin ji birîndaran re, bila destên xwe rakin, bibêjin ‘em teslîm dibin’ û derkevin. Em jî wan bigirin.” Ozkan jî wiha hevdîtin bi dawî kir: “Hûn jî dizanin ti eleqa vê gotina we bi rastiyê re tineye.” Koma ku ji hevdîtinan ti encam negirt, ji vir ber bi Girêmîra ket nava tevgerê.
 
Her wiha li ser rêya Cizîr-Nisêbînê ji ber kontrolkirina nasnameyên ji aliyê leşker û polîsan, rêzên wesayîtan ên dûr û dirêj çêbûn.