Nehiştin îtfaiye biçe avahiya ku 37 kes tê de asê mane

Li Cizîrê tevî birîndaran 37 kes di avahiyek duyemîn de asê manê. Ekîbên îtfaiyeyê yên ji bo vemirandina agirê ji ber topbaranê derketiye ketin tevgerê hatin astengkirin.

Li avahiyeke din a li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê tevî birîndaran 37 kes tê de asê mane, ji ber topbaranê şewata ku danê sibehê derket hê jî didome.

Ekîbên îtfaiyeyê yên Şaredariya Cizîrê ku bi armanca mudaxelekirina agir bi rayedarên emniyetê re hevdîtin pêk anîn, destûr negirtin.