Nasnameya şervanekî hat aşkerakirin
YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameya şervanekî xwe yê di sala 2014'an de di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Gelek hevrêyên me bi fedekarî û lehengiyeke mezin cihê xwe di berxwedana mirovahiyê ya li Kobanê de girtin. Di berxwedana ku bajarê rûmetê Kobanê ji çeteyan re kir goristan de, yek ji hevrêyên me yên bi wêrekî li ber xwe dan Rêzan Cûdî bû.
Hevrêyê me Rêzan bi vîna xwe ya şoreşgerî re, di xeta Gelhatan de bêteredût meşiya. Ji ber şert û mercên dijwar ên şer, me derfet dît ku nasnameya hevrêyê xwe Rêzan Cûdî piştî salek aşkera bikin. Em soza xwe dubare dikin ku bi biryardariya têkoşînê ya hevrêyê me Rêzan Cûdî de em ê heta serketinê berxwedana xwe bidomînin.
NASNAMEYA ŞERVANÊ YPG'Ê
Nasnav: Rêzan Cûdî
Nav û paşnav: Elî Beykara
Navê dê û bav: Helîm-Hecî
Cihê ji dayikbûnê: Sêrt
Dem û cihê şehadetê: 06-10-2014 Kobanê