Nasnameya kesek din jî yê li Qoserê hat înfazkirin diyar bû

Hat diyarkirin ku yek jî 4 kesên ku duh şev li Qoserê hatin înfazkirin Selahedîn Aras e.

Hat diyarkirin ku yek jî 4 kesên ku duh şev li Qoserê hatin înfazkirin Selahedîn Aras e. 

Li navçeya Qoser a Mêrdînê di encama gule reşandin hêzên dewleta Tirk a li ser wesayitekê, Rêveberê DBP’ê yê navçeya Qoserê Cengîz Erdem û 3 kesên di nav wesayîtê de hatin înfazkirin. Hat diyarkirin piştî nasnameya Erdem, nasnameya kesekî din yên ji gundê Tizyan ê girêdayî navenda Mêrdînê Selahedîn Aras (Mazlom Mêrdîn) diyar bû.

Cenazeyê Aras ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin, hat diyarkirin sibe wê cenaze ji aliyê MEYADER û malbatê ve ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bê wergirtin û li cihê jê dayîk bûyî, gundê Tizyan bê definkirin.