Nasnameya 3 kesên polîsan li Silopiya qetil kirin aşkera bû

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê tîmên taybet bi ser malekê de girtin û 3 ciwan di malê de qetil kirin. Pişti nasnameya 2 ciwanan diyar bû, nasnameya ciwanê 3'emîn jî diyar bû.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê tîmên taybet bi ser malekê de girtin û 3 ciwan di malê de qetil kirin. Pişti nasnameya 2 ciwanan diyar bû, nasnameya ciwanê 3'emîn jî diyar bû. Hat zanîn ku kesê sêyemîn Faruk Aydin ê ji Sêrtê ye. Ciwanên ku polîsan qetil kirin Halîl Can, Alî Oduk û Faruk Aydin wê sibê li bajarên wan bên definkirin.

Polîsan şeveqê li Taxa Yenîşehîr a Silopiya ya Şirnexê bi ser malekê de girt û 3 ciwan qetil kirin. Piştî nasnameya Halîl Can û Alî Oduk diyar bû, nasnameya kesê sêyemîn Faruk Aydin jî diyar bû. Hat zanîn ku Aydin ji Sêrtê ye. Cenazeyê Halîl Can û Alî Oduk wê li navçeya Silopiya bê definkirin. Cenazeyê Faruk Aydin jî wê li Sêrtê bê definkirin. Cenazeyên Oduk, Can û Aydin ji bo rapora otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li navçeyê piştî hewa tarî bû, dîsa li hin taxan dengê çekan hatin. Li kolanan dirûşmên, "Ey şehîd xwîna te erdê namine" û "Şehîd namirin " hatin berzkirin.