Ji bo oxkirina cenazeyên 12 ciwanên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, girseya gel li ber nexweşxaneyê li hev civiya. Koma ku malbata Sêvê Demîr jî di nav de ye, bi biryara walîtiyê li derveyî bajêr tê sekinandin.
Piştî ku Walîtiya Şirnexê, ji bo pêşî li beşdariya li merasîma cenazeyan werbigire ketin û derketina bajêr qedexe kir, girseya gel a ku di nav de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna, parlamenterên HDP'yî û malbata endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr a hat qetilkirin jî heye, li ser rêya Dihê li pêşiya Qereqola Jendermeyan a Aslan Başer hat sekinadin.
Girseya gel a ku ji bo wergirtina cenazeyan li pêş nexweşxaneyê ye, ji ber ku destûra derbasbûnê ji malbata Sêvê Demîr, parlamenterên HDP'ê û gel nayê dayîn, li ber nexweşxaneyê disekine.