Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di civîna Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê de destnîşan kir, ku ew ê careke din rê nedin ferman li ser Êzidiyan rabe. Serokê Meclîsê Fîkret Îgrek jî, der barê lîstikên PDK'ê de hişyarî da.
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, civîna xwe ya pêncemîn li bajarê Elmanya Lohne pêk anî. Di civîna ku rewşa giştî ya civata Êzidî û pirsgirêkên rêxistinî lê hat nîqaşkirin de, Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî weke mêvan amade bû.
'EM Ê CAREKE DIN NEHÊLIN FERMAN LI SER ÊZIDIYAN RABE'
Muslim di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya ji ber vexwendina li civînê anî ziman û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna civata Êzidiyan.
Muslim destnîşan kir ku diviyabû rêxistinbûyîneke bi vî rengî, meclîseke bi vî rengî ya Êzidiyan beriya 50 salan hatibûya avakirin û got, "Ji ber ku Êzidî bê rêxistin bûn, ferman li ser Êzidiyan rabûn. Dijminê Kurdan, ji bo Kurdîtiyê tine bikin, xwestin ji kokê ve rakin. Em zanin Êzidî rehê Kurdistanê ne. Eger Êzidîtî tine bibe, wê rehê Kurdîtiyê qels bibe û birize. Weke PYD em soz didin ku heta ji me bê em ê nehêlin careke din fermanek bi ser Êzidiyan ve bê."
'ŞENGAL A ÊZIDIYAN E, BIRYARA LI SER PÊŞEROJA ŞENGALÊ JÎ YA ÊZIDIYAN E'
Muslim bibîr xist, ku Êzidî niha bûne xwedî rêxistinbûyîn, meclîsên xwe ava kirine, bi hezaran keç û xortên Êzidî rahiştine çekan û di nava refên YBŞ, YPJ-Şengalê de parastina xwe dikin û got, "Em jî heta hewceyî ji me hebe, em ê li cem we bin. Hin kes an partî propaganda reşkirinê li ser me dimeşînin. Dibêjin 'PYD dixwaze Kantonan li Şengalê îlanb ike û bi xwe ve girê bide'. Em bi tundî li hemberî vê nêrînê derdikevin. Şengal a Êzidiyan e û wê ya Êzidiyan bimîne. Lê em ê ti carî Êzidiyan bi tenê nehêlin, ji ber ku Êzidî koka me ne."
ÎGREK: DIVÊ EM BI ŞEV Û ROJ BIXEBITIN
Piştî axaftina Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Serokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek mafê axaftinê girt û bal kişand ser girîngiya yekîtî û tifaqa Êzidiyan.
Îgrek diyar kir ku ragirtina ewçend keç û bûkên Kurdan di destê çeteyên DAIŞ'ê de, li ser wan ferz dike ku weke Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê bi şev û roj bixebitin û got, "Em ê lezê bidin karê xwe. Em ê hawara Êzidiyan timî bigihînin qada navneteweyî. Ji bo yekîtiya Êzidiyan mîsyoneke me heye, ku hemû Êzidî em hemû Êzidî ji bo Şengalê û rizgarkirina wê bên cem hev."
LI HEMBERÎ LÎSTIKÊN PDK'Ê HIŞYARÎ
Fîkret Îgrek bang li tevahiya civata Êzidiyan kir ku li hemberî lîstikên PDK'ê hişyar be û got, "Li hemberî Meclîsa me meclîsek ava kirine. Divê her Êzidî vê pirsê ji xwe bike; 'Gelo çima berî fermana Şengalê PDK'ê ji bo Êzidiyan meclîsek ava nekir? Çima îro?'"
Di herikîna civînê de beşdaran jî li ser bûyer û qewimînên li Kurdistanê, pirsgirêkên civata Êzidiyan û rewşa rêxistinî de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.