MUB’ê îlana Hêzên Parastina Jinên Bethnahrînê pîroz kir
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), îlana Hêzên Parastina Jinên Bethnahrînê pîroz kir
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), îlana Hêzên Parastina Jinên Bethnahrînê pîroz kir
Desteya Rêveber a Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), îlana Hêzên Parastina Jinên Bethnahrînê pîroz kir
MUB’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de xîtabî Hêzên Parastina Jinan kir û wiha got: “Vîna we bi qasî ku moralek mezin da me û gelê me, berpirsiyarî jî daye ser milê her kesî. Ji ber ku di nav wî şerî de ev berpirsiyartiya we girtî ewqasî mezin û pîroz e ku bawer bikin her kes wê li hember vê seknê bandor bibe. Ev biryara we standiye li hember kujer û dagirkeran raperineke. Berxwedaneke pîroz û mirovî ye. Wê gelê me û mirovatî vê peyama we rast bixwîne û bersiveke rast jî bidinê. Di rewşa şer a Sûrî de wekî hêzek rêxistinî tevlîbûna şerê berxwedanê wê hêzê bide MFS’ê, Sutoro’yê, YPG’ê,YPJ’ê û hemû şervanên azadiyê. Hewldanên we, keda hûn didin, fedakariyên ji bo zehmetiyên didin ber çavên xwe wê ti carî vala neçe, bi çalakî û pratîkên xwe hûn ê dîrokê binivîsînin.”