MLKP Rojava: Hevalê Pirsûs Armanc (Îsmet Şahîn) nemir e
MLKP Rojava da xuyakirin ku hevalên wan ê bi navê Îsmet Şahîn (Pirsûs Armanc) jiyana xwe ji dest daye.
MLKP Rojava da xuyakirin ku hevalên wan ê bi navê Îsmet Şahîn (Pirsûs Armanc) jiyana xwe ji dest daye.
MLKP Rojava da xuyakirin ku hevalên wan ê bi navê Îsmet Şahîn (Pirsûs Armanc) jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya nivîskî ya MLKP Rojava de ev agahî hatin dayîn: “Hevalê me Îsmet Şahîn (Pirsûs Armanc) ku yek ji şervanên MLKP’ê yê di operasyona şoreşgerî ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re di paqijkirina başûrê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de cih girt, 24’ê Kanûnê danê sibehê şehîd ket. Dema operasyonê di encama teqandina wesayîtê ya ji aliyên çeteyan de hevalê me yê şehîd bûyî re, di nav de hin hêzên MLKP’ê jî heyî, grûbek şervan birîndar bû.”
‘PÊŞDEÇÛNA ME DEWAM KIR, GELEK GUND HATIN RIZGARKIRIN’
Daxuyanî wiha berdewam dike: “Hevalê Pirsûs di vê operasyona me atfî fermandarên me Berçem Rênas û Ekîn Sû (Yelîz Erbay-Şîrîn Oter) ên heta guleyên xwe yên dawî li dijî çeteyên faşîzma AKP-DAIŞ’ê li Stanbolê şer kirin, bi daxwaz û biryardariyek mezin cih girt, bi coşek hesabpirsîna şehîdan berê xwe çeperan. Hevalê Pirsûs, wek sosyalîstekî welatparêz ê dildarê azadiya Kurdistanê, hat Rojava, xwe fedayî hesabpirsîna şehîdan kiribû. Bi eslê xwe ji Pirsûsa Rihayê ye, lê li Dîlokê jiyaye. Hevalê Pirsûs dîsîplîn û kedkarî wî ya karkeriyê tê derxistiye pêş, di jiyana xwe ya rojane de daxwaza fêrbûnê û biryarbûna şer daniye holê. Ji bo karibe di pêngavan de cih bigire, bi BKC û cebilxaneyên wê derdiket sporên danê sibehê, xwe amade dikir, bi vî awayî jî di koma me ya operasyonê de jî cihe xwe girt. Wek ciwanekî welatparêz ê di têkoşîna li dijî dewleta faşîst û alîgirên wê çeteyên DAIŞ’ê li Dîlokê dimeşand, bi awayekî aktîf tevlî dibû, dema hevalê Pirsûs berê xwe Rojava partiya men as kir û ji wê rojê ve di nava refên me de cih digire.”
‘WÊ HESABÊ HEVALÊ PIRSÛS BÊ PIRSÎN’
Di daxuyaniya MLKP Rojava de herî dawî wiha hat gotin: “Hevalê me Pirsûs Armanç (Îsmet Şahîn) ê di 24 saliyên xwe de ber bi nemiriyê ve meşiya, wê di şerê me yê mafdar û rûmetê de bibe yek ji rêberên me, wê hesabê wî bi paqijkirina çeteyan ji Rojava û herêmê ve bê pirsîn.”
Agahiyên sicîlê wiha ne;
Nav Paşnav: Îsmet Şahîn
Nasnav: Pirsus Armanc
Navê Dayikê: Adîle
Navê Bav: Ferîdûn
Cihê Jidayikbûnê: Pirsûs/Riha
Dîroka Jidayikbûnê: 10-11-1991