MLKP: Em ê hesabê hevalên Berçem û Ekîn bipirsin
MLKP’ê, têkîldarî qetilkirina şoreşger Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilirin, daxuyaniyek da.
MLKP’ê, têkîldarî qetilkirina şoreşger Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilirin, daxuyaniyek da.
MLKP’ê têkîldarî endamên xwe yên li Stenbolê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin daxuyanî da, dewlet hişyar kir.
MLKP’ê têkîldarî ji aliyê polîsên Tirk qetilkirina şoreşger Yelîz Erbay û Şîrîn Oter daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Fermandarên çiyayên me, kolanên me yên xîzan Berçem Rênas û Ekîn Sû, bi navên tên zanîn hevalên me Yelîz Erbay û Şîrîn Oter, bi lehengî û berxwedaneke layiqî xwe ve ber bi bê miriniyê ve meşiyan. Ji aliyê çeteyên polîsên faşîst, li mala xwe bi awayekî ne wekhev û nemerdî hatin dorpêçkirin, ji tevahî şervanên me yên mayî re rêbertî kirin, bûn fermandarên xeta neteslîmbûnê.”
‘GULE LI BEDENÊN WAN ÊN BI CAN REŞANDIN!’
MLKP’ê bal kişand ku hêzên dewletê bi gulebarankirina laşên hevalên wan ên bi can, zeîftiya xwe nîşan daye, ev peyam da:
“Yên berê jî Dîlek Dogan, Dîlan Kortak qetilkirin, laşê Ekîn Wan teşhîr kirin, Haci Lokman Bîrlîk li pey panzeran bi erdê re kaşkirin, li Pirsûs, Enqere, Cizîr, Gimgim, Farqîn, Gever û Sûrê qetlîamên girseyê pêkanîn, tirs û serî tewandin spartin gelên me.
Ev li ser hevalên Berçem û Ekîn li Stenbolê, bi hezaran ciwan, pîr, jin, mêr ên bê nav li Sûrê, Li Nisêbînê, Cizîr û Silopiyayê wek çawa li pişt barîqatên ji bo xwerêveberiyê bilind bûn, li dijî tevahî spartinê bê heya yên çeteyên AKP-DAIŞ’ê li ber xwe dan, pêk nehat.
Yên ji bo rûmet û azadiyê dijîn ji van êrîşana netirsiyan, li hember zilma wan serî netewandin.
Ti qetlîam û êrîşan, hevalên me, gelê me yê li pişt barîqatên rûmet û azadiyê xwe bicihkirine, teslîm negirt, wê ji niha û şûn de jî negire. Kobanê, Til Temir, Şengal, Serêkaniyê, Sûr, Nisêbîn, Gimgim, Farqîn, Cizîr û bargeha FESK a li Taxa Karadenîz a Gazîosmanpaşayê ji vê re şahidiyê dike.”
‘WÊ LI CEM WAN NEMÎNE, EM Ê BIBIN KABÛSÊN WAN’
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bila ti gumanên ti kesî tinebin ku wê ev barîqat û çeper li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bilind bibin, wê kabûsê bargehên faşîstan bin. Wê ti zilm û qetlîamên çeteyên AKP’ê yên faşîst li cem wan nemîne. Ti tiştê kirine wê neyê jibîrkirin.”