Milîtanekî bi felsefeya PKK'ê mezin bû

Gerîla Selçûk Şahan, ji bo bibe mirovê mezin her tim têkoşiya, li qada çapemenî-weşanê ya PKK'ê cih girt û bû yek ji rêwiyên nayên jibîrkirin ên vê rêyê.

Enver Polat ê ji navçeya Gexî ya Çewligê ye, di sala 1984'an de tevlî nava refên PKK'ê dibe û navê Selçûk Şahan li xwe dike. Gerîla Şahan, di jiyana xwe ya nava partiyê de li gelek qadên têkoşînê ma, xwe bi pêş ve bir û bû xwedî ezmûnekê. Hewldana herî mezin a Şahan, PKK'bûyîn bû. Damezrînerê Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê bû. Di gelek qadên çapemenî-weşanê de kedeke mezin da, gelek kovar û nivîs afirand. Şahan, ku dixwest li refên herî pêş ê li welatê xwe cih bigire, li qada Botanê ma. Di 14'ê Nîsana 1998'an de li Bestayê jiyana xwe ji dest da.

'MIROVÊ XWEZAYÎ, MIROVÊ JI DIL, XURT Û AZAD E'

Zelal Amed bi van gotinan qala hevrêyê xwe Selçûk kir: "Têkoşîna lêgerîna li mirovê mezin, mirovê mezin dibe, gelek tiştan hînî mirovan dike. Dilpakî, pêşverûtî, paşverûtî, ronahî û tarîtiya dîroka mirovahiyê radixe pêş çavan. Ev yek, carna heta dawiya emrê mirovan dewam dike. Ya ku mirov dide dû ne mirovek e, hêvî bi xwe ye ku qet ji mirov qut nabe. Daxwaza jiyanê ye. Mirovan hînî keşifkirina xwe dike. Bi vî rengî, lêgerîn dest pê dike. Yê ku lêgerîneke xwe nebe, jiyaneke xwe jî nabe.

Hevrê Selçûk ku digot, 'Mirovê xwezayî, mirovê ji dil, xurt û azad e', yek ji wan hîndekarên hêja bû ku ev lêgerîn, ev lêgerîna li mirovê mezin afirand. Heval Selçûk, li gorî nirx û pîvanên heyî jiyan nedinirxand. Ji bo mirov bi xweseriya xwe xurt bibin û hînî vê mezinbûnê bibe, wî felsefeya PKK'ê ji xwe re esas girt û dest bi lêgerîna mezinbûna mirovan kir. Li gorî wî, ji bo mirov hurmetê nîşanî mirovbûna xwe bidin, divê durûtî-zexelbûnê hêjayî xwe nebîne. Bi qutbûna ji koka xwe, ji rewşa xwe ya xwezayî, ji dilpakiya xwe re mirov dest bi têkçûnê kir. Serok Apo di felsefeya xwe de dibêje 'mirov li cihê winda dike, bi ser dikeve'. Ancax li ser vê bingehê têkçûn vediguhere serketinê."

'TAYBETMENDIYEKE WÎ YA CIHÊRENG HEBÛ, KU DEMA HER KESÎ DIGOT 'EV REŞ E', WÎ DIGOT 'EGER SPÎ BE'

Amed anî ziman, nêrîneke cuda ya Şahan hebû û di nava jiyanê de xwedî sekneke cuda bû: "Taybetmendiyên wî yên welê hebûn, ku li dijî kesayetiyên ku bi pîvan û sînorên sîstemê ava bûbûn, gelekî bi hêrs bû. Aliyekî wî yê cihêreng hebû, ku dema her kesî digot, 'ev reş e' wî digot 'ya eger spî be'."

Amed wiha dewam kir: "Gelo hevrêtî ne ev e? Bêyî li xwe bifikre, hêzê bide hevrêyên xwe û berê wan bide siberojê. Gelo ne ew nêzîkatî ye, ku bi gotina 'Eger em bi hev re bin hûnê bibînin, eger em dûrî hev bin, hûnê bibihîzin' tê ser ziman?"

'NASKIRINA PKK'Ê TERCÎHKIRINA JIYANEKE NÛ YE'

Amed destnîşan kir, ku lêpirsîna li dîrok û mirovan, têkoşîna ji bo avakirina pîvanên nû yên jiyanê ye û got, "Biryara tevlîbûna li nava refên PKK'ê ji bo hevalê Selçûk ne biryareke zehmet bû. Ji nava gundiyên kedkar ên xizan hatibû. Hemû zor û zehmetiyên jiyanê piştî ku ji dayik bû, dît. Zor û zehmetiyên fîzîkî û kar ew newestand. Piştî ku berê xwe da Ewropayê her tim xebitî. Piştî Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an hîn bêhtir xwe nêzî PKK'ê kir. Pêngava 15'ê Tebaxê gelekî bandor lê kir. Erdheja ku di kesayetiya Kurdan de çêkir, gelekî bandor li wî jî kir. Got, 'Min jê bawer kir, pê piştrast bûm û PKK bû dibistana min'. Û her roj hinekî din tevlî bû.

Durustî yek ji dilpakiya herî girîna heval Selçûk bû. Dema di rêya PKK'bûyînê de dimeşiya, her tim durustbûn datanî pêşiya xwe. Di nivîseke xwe de ev dinivîsand, 'durustî, bi rûmetî û serînetewandi... Bêyî van her sê nirxan, mirovek nikare bibe PKK'yî'. Hewldana wî ya bingehîn PKK'bûyîn bû."

12 SALAN DI NAVA KARÊ ÇAPEMENÎ-WEŞANÊ DE CIH GIRT

Amed anî ziman, Şahan piştî tevlî nava PKK'ê bû di çarçoveya xebatên ajîtasyon û propagandayê de cihê xwe di nava xebatên çapemenî-weşanê de girt û 12 salan li vê qadê xebitî. Amed got, "Tevî ku bi salan li qadê ma jî, hêviya xwe ya vegera li welêt, soza xebata li welêt ku dabû hevrêyên xwe yên şehîd, di nava biryardariya têkoşîna fêhmkirina Serok Apo de mezin kir."

Amed diyar kir, nivîsandin ji bo Selçûk dildarî bû û wiha dewam kir: "Nivîsandin ji bo hevalê Selçûk wateyeke xwe ya pîroz hebû. Di nivîsên xwe yên dawî de ku li rojnameya Ozgur Polîtîkayê hate weşandin, bal dikişand ser têkoşîna xwegihandina dilpakiya mezin û jiyana azad."

Zelal Amed ragihand, gelek tevkariya Selçûk li rojnamevaniya Kurdistanê bû û got, "Ew damezrînerê Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê bû. Piştî ku vegeriya welêt û bi erka xwe ya şerê ji bo gel rabû, dest ji nivîsandin, hilberîn û taybetmendiya xwe ya nîqaşê berneda. Rêya rewşenbîriya rasteqîn destnîşan kir û nîşan da ku ev rê li ser axa Kurdsitanê ye. Her kes, bi taybetî dost û hevalên xwe yên rojnamevan vexwend çiyê, vexwend axa welêt."

HESRETA 16 SALAN QEDIYA

Amed ragihand, Şahan heta Hezîrana 1996'an karê çapemeniyê weşand û got, "Piştî vê demê çû Dibistana Navendî ya Partiyê. Di perwedeya Rêbertiya Partiyê re derbas bû. Piştî perwerdeya ji 6 mehan di Kanûna 1996'an de derbasî axa welêt bû. Ewilî çû Zapê. 'Rojnivîskên' xwe ku li Qada Rêbertî dest bi nivîsandina wan kir, bêyî navberê bide dewam kir.

Di nivîseke xwe de wiha qala Serok Apo dike: 'Li gorî min Serokê me Rêbereke ku divê her roj bê keşifkirin. Ew her tim li pêş e. Te ji te baştir nas dike, baştir hîs dike. Mînak; berî ku em bijîn ew kelecana me ji me bêhtir dijî. Mirov piştre bi vê dihese'.

Wê kêliya xwe gihandina axa welêt bi gotina 'ji bo min hevdîtina herî dîrokî bû' bi nav dike. Û hesreta 16 salan diqedîne. Hesret qediya ye. Ji Zapê xwe digihîne Zagrosan. Bi serbilindî li axa welêt dimeşe. Berê xwe dide Çemçe, ji wê derê jî tevî koma xwe derbasî Avaşîn dibe. Her roj û kêliya xwe, her tişta keşif dike li rojnivîska xwe dinivîsîne.

Dixwaze di nava rewşa herî dijwar a şer de cih bigire. Û di demeke kurt de diçe Botanê. Agahiya ku dilê mirovan dişewitîne zû tê: Di 14'ê Nîsana 1998'an de şehîd dibe.

Bi keda xwe û hurmeta bi têkoşînê afirandiye, tê hezkirin. Bi mîlyonan mirov ji wî hez dikin. Tespîta 'mirovahî û azadî wê bi ser bikevin' a Rêber Apo, wê bi mezinahiya ku bi hezaran şehîdên me yên mîna heval Selçûk afirandine, bi ser bikeve."