Meşvanên hebûnê li pêşiya NY di çalakiyê de ne

‘Meşvanên Hebûnê’ li pêşiya NY çalakiyek bêdeng a rojekê li dar xist. Du çalakvanên jinên bi çalakiyê ve dawetnekirina Kurdan a Cenevre-3 protesto kirin.

 ‘Meşvanên Hebûnê’ li pêşiya NY çalakiyek bêdeng a rojekê li dar xist. Du çalakvanên jinên bi çalakiyê ve dawetnekirina Kurdan a Cenevre-3 protesto kirin û ji bo Rojhilata Navîn daxwaza aştiyê kirin.

Çalakvanên Existence March (Meşa Hebûnê) Saadet Che Demîr û Bahar Ada yên ji Norveçê ber bi Tirkiyeyê meşa aştiyê pêk tînin, bi mesayek li pêşiya Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê danîn ve çalakiya bêdeng a rojekê li dar xistin.

Du jinên şoreşger xwestin kul i dijî şerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn divê NY berpirsiyariyên xwe bicih bîne, dawetnekirina Kurdan a Cenevre-3 jî protesto dikin.

Meşvanên Hevûnê li ser maseya danîne bi ti kesî re naxivin û çalakiya xwe pêk tînin. Çalakvan sibehê heta 12.00’an wê çalakiya xwe bidomînin, bi maskeyên xwe ve peyaman didin ku bê ka kî bi çi armancê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê şer derdixin. Çalakvan têkîldarî armanç û daxwaza meşa xwe belavokan belav dikin.

...