Meşa Sûrê ji aliyê polîsên Tirk hat astengkirin

Bi hezaran kesên ku hewl dan ber bi Sûrê ya ku 64 roj in hatiye dorpêçkirin bimeşin ji aliyê polîsên Tirk hatin astengkirin.

Meşa bi hezaran kesên ku di pêşengiya DBP, HDP, KJA û DEM-GENÇ’ê bi armanca şkandina êrîş û dorpêça 64 roj in li navçeya Sûr a Amedê didome li pêşiya Abîdeya Mafên mirovan a li Parka Koşûyolû civiyan, ji aliyê polîsên Tirk hatin astengkirin.

Astengkirina polîsan bi dirûşmeyan û tilîliyan hat protestokirin.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek astenkirina polîsan şermezar kir, wiha bertek nîşan da: “Em ji bo jiyanê li vir in. Meşa me ji bo jiyanê bû.”

Piştî daxuyanî, gel kom bi kom ber bi Sumerparkê meşiya.