Memo: Di êrîşa li Efrînê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da, 51 kes jî birîndar bûne
Berdevkê Fermî yê Hêzên Asayîşa Efrînê Cigerxwîn Memo,ragihand ku di ecama êrîşa li ser Xezawiyê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 51 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Fermî yê Hêzên Asayîşa Efrînê Cigerxwîn Memo,ragihand ku di ecama êrîşa li ser Xezawiyê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 51 kes jî birîndar bûne.
Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Efrînê, têkildarî êrîşa li ser gundê Xezawiyeyê ya girêdayî navçeya Şêrewayê pêk hate daxuyaniyek da.
“Îro di saet derdorî 8.00ʹê sibehê de benda kontrolê ya Xezawiyê ji aliyê balafiran ve hate bombekirin. Ev bend navgîna di navbera herêmê Sûriyeyê de ye û wekî rêyeke esasî ji bo derbasbûna sivîlan tê bi kar anîn. Her wiha wekî navgîna di navbera bejahiya Rojavayê Sûriyeyê bi bejahiya Bakur û Rojhilat Sûriyeyê ve girê dide. Roja ne pêdiviyên jiyanê têre derbas dibin. Di heman demê de rêya çûyîn û hatina 5 hezar mirovan e.
Armanc girtina vî nuqteyê tê wateya hedefgirtina sivîlan. Di encama bombebaranê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 51 sivîlên ku piraniya wan ji dervayî kantonê bûn birîndar bûne. Ji birîndaran rewşa 19 yan xeter e.
Fuzeyên ku li benda kontrolê ketine ji aliyê Rûsya ve hatiye çêkirin, lê em nizanim ka kî li pişt vê êrîşê ye.
Di dawiyê de careke din em dibêjin wekî bendên kontrolê yên Asayîşê di oxira parastina sivîl, koçberan û kantonê de, wê her tiştî bikin.”