Meclîsa Jinan a DBP’ê Deklarasyona 8’ê Adarê eşkere kir

Meclisa Jinan a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), deklarasyona 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li Mûşê di civîneke xwe ya çapemeniyê de eşkere kir.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgden Kiliçgun Ûçar jî beşdarî civînê bû û Kurdiya deklarasyonê ji aliyê Berdevka Meclisa Jinan Bêrîvan Bahçecî ve hate xwendin.

Meclîsê di deklarasyonê de bal kişand ser tundiya li ser jinan, komkujî û polîtîkayên bêcezahiştinê û ev yek hatin gotin: ‘’Qetilkirina jinan, kuştinên biguman, polîtîkayên bêcezahiştinê û mekanîzmayên parastina failan nîşan didin ku jiyana jinan bi awayekî sîstematîk çawa tê bêqîmetkirin.’’ Her wiha hate diyarkirin ku têkoşîna jinan sînorên herêmî derbas kirine û veguheriye xeteke gerdûnî.

ŞOREŞA JINAN A ROJAVA

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêvajoya ku li Rojava ya di pêşengtiya jinan de pêş ketiye, mînakeke şênber a jiyana wekhev û azad e û hate gotin, ‘’Şoreşa jinê ya Rojava, modeleke civakî ye ku jiyana wekhev ava dike û wekheviyê diparêze. Keziyên jinan di vî warî de nayê wateya şînê, wateya wê ew e ku; weke sembolekê bîra civakî zindî digire, berxwedan û rumetê mezintir dike.’’

AŞTÎ BES NE BÊDENGBÛNA ÇEKAN E

Di deklarasyonê de bal kişandin ser ‘’Banga Aştî û Civaka Demokratîk’’ ya Rêber Apo û girîngiya pêvajoya nû.

Hate destnîşankirin ku bêyî jinan aşitî û demokrasî pêk nayên û daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: ‘’Aşitî ne tenê bêdengkirina çekan e. Aşitî, parastina mafê jinan, biewlekirina jiyana jinan û pêşxistina hemwelatiya wekhev û azad e.  Her wiha aşitî, ji siyaseta demokratîk re derîvekirin e. Ji ber vê yekê, ji bo pêvajo bi serkeftinê bi encam bibe, ji bo birêz Abdullah Ocalan azad bibe û ji bo civaka demokratîk bi gavên şênber ava bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’

Meclîsa Jinan a DBP’ê piştre diyar kir ku serketina pêvajoyê girêdayî yekîtiya neteweyî ya jinan û têkoşîna wan a birêxistinkirî ye.

BANGA 8’Ê ADARÊ

Deklarasyon,  bi bangeke xurt bi dawî bû:

‘’ 8’ê Adarê ji bo me jinan sedema têkoşînê ye; îlankirina îradeya me ya avakirina jiyana nû ye. Di serî de jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku; werin em têkoşîna hevpar, berxwedana û piştevaniya xwe, her wiha rêxistinbûyina xwe û pêş bixin û mezintir bikin. Li gel hêza rêxistinkirî ya jinan em ê teqez pêşerojeke wekhev, azad û demokratîk ava bikin.’’