Meclîsa Avaker a Şengalê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir

Meclîsa Avaker a Şengalê, bi wesîleya 1. salvegera rizgakirina Şengalê daxuyaniyek da û bang li civaka Êzidî kir ku piştgiriyeke xurt bide Pêngava Tolhildana Jinên Şengalê, ku di salvegera rizgarkirina Şengalê de dest pê kir.

Meclîsa Avaker a Şengalê, bi wesîleya 1. salvegera rizgarkirina Şengalê û destpêkirina Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî ku di vê rojê de dest pê kir, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, 13'ê Mijdara 2015'an ku navenda Şengalê bi pêşengiya hêzên YBŞ/YJŞ, gerîlayên HPG/YJA Starê ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, weke rojeke pîroz hat binavkirin û li civaka Êzidiyan, malbatên şehîdan û li hemû cîhanê hate pîrozkirin.

Meclîsa Avaker a Şengalê di dewama daxuyaniya xwe de got; "Beriya salekê weke îro çeteyên DAIŞ'ê yên ku hatin ser xaka Êzîdxanê ya bajarê Şengalê, şikestina herî mezin ji destê şervanên YBŞ-YJŞ û gerîlayên HPG û YJA Starê xwarin. Ji wê rojê heya niha çeteyên DAIŞ'ê roj bi roj ber bi tinebûnê ve diçin. Di heman rojê de piştî salekê keç û xortên Êzidî yên hêzên YBŞ û YJŞ'ê Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî dan destpêkirin. Di aliyê rojavayê Şengalê dest bi rizgarkirina gundên Sikêniyê, Heyalê û Tewrê kirin. Heya niha gelek cihên stratejîk ketine destê şervanan.

Em weke Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê bi hemû saziyên xwe yên sivîl û civaka xwe ya welatparêz piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî YBŞ û YJŞ'ê dikin. Em soz didin gelê xwe yê Êzidî heta hemû xaka Êzidxanê bê rizgarkirin û Şengalek xweser bê avakirin, kesên bûne sedema jenosîdê bên cezakirin, em ê ti carî paşda venegerin."

Daxuyaniya Meclîsa Avaker a Şengalê bang li civaka Êzidî kir; "Em hêvîdarin civaka me ya Êzidî bi ruhê Êzidîtiyê tevlî Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî bibin. Xaka xwe ya pîroz Êzidxanê ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin û gundên nehatine rizgarkirin, rizgar bikin. Her wiha di demek herî zû de gelê me yê koçber bûne vegerin ser warê xwe. Carek din em vê roja dîrokî û pêngava pîroz li tevahî şervan û gelê Êzidî pîroz dikin."