'Me berê xwe dan qadên azad'
Jinên ji ber zilma çeteyê DAIŞ'ê ji Til Eran û Til Hasilê reviyan qadên azad ên li Minbicê, dan xuyakirin, ku çeteyan di dema dawî de zext, îşkence, komkujî û talan zêde kirine.
Jinên ji ber zilma çeteyê DAIŞ'ê ji Til Eran û Til Hasilê reviyan qadên azad ên li Minbicê, dan xuyakirin, ku çeteyan di dema dawî de zext, îşkence, komkujî û talan zêde kirine.
Piştî ku operasyona paqijkirina Minbic û derdora wê destpê kir, çeteyên DAIŞ'ê li bajar û bajarokên dagir kirine, zilm û zora xwe ya li ser gel zêde kirine.
Jinên ji ber zilma çeteyê DAIŞ'ê ji Til Eran û Til Hasilê reviyan qadên azad ên li Minbicê, hovîtiya çeteyan û bûyerên bi serê wan ve hatin, ji ANF'ê re vegotin.
Dayika 4 zarokan Rabîa Mihemed Hesen a 42 salî ya ji Til Eranê, da xuyakirin, ku piştî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1'ê Hezîranê de dest bi pêngava rizgarkirina Minbic û derdora wê kir, çeteyên DAIŞ'ê zextên xwe yên li gel dikin, zêde kirine û li herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de gelek zorî kişandine.
Rabîa Mihemed Hesen bal kişand ser kiryarên li derveyî mirovahiyê yên çeteyên DAIŞ'ê û anî ziman, li herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ne, ti mafê wan tinebû û ji neçarî li gorî pîvanên çeteyan dijiyan. Rabîa Mihemed Hesen da zanîn, mirovên li gorî pîvanên DAIŞ'ê tevnedigeriyan, li pêş çavên her kesî serê wan dihat jêkirin û îşkenceyên giran li wan dihat kirin.
Rabîa Mihemed Hesen got, "Bi zorê çarşef li jinan dikin û nahêlin derkevin derve" ragihand, hevjînê wê jî ji ber ku cixare kişandiye ji aliyê çeteyan ve hatiye cezakirin. Rabîa diyar kir, çete dema yekî cixarê dikişîne dibîne, weke ceza; xendekan pê didin kolandin, dixin girtîgehê yan jî 2 heta 4 mehan dixin perwerdeyek jê re 'dewreya şerîatê' dibêjin.
Rabîa Mihemed Hesen herî dawî ragihand, ku ji ber hatiye qadên ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine azad kirin ew gelekî kêfxweş e û bang li hêzên QSD'ê kir ku herêma Şehbayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin.
Dayika 5 zarokan Fatîme Hisên Elî ya ji til Hasilê jî tevî malbata xwe, xwe gihandiye qadên azad.
Fatîme Hisên Elî da xuyakirin, ku ji ber barbariya çeteyan ew ji Til Hasilê reviyan e û diyar kir, li gundên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin dagirkirin bi rengekî vekirî gefa mirinê li wan dihat xwarin, çeteyan îşkence li hemû gundiyan kirin, kincên reş li jinan kirin û dest avêtin jinên nexwestin van kincan li xwe bikin.
Fatîme Hisên Elî bal kişand ser zexta giran a psîkolojîk a li wan dihat kirin û da zanîn, derfetên wan tinebû li hemberî neheqiyê derkevin, dema dengê xwe derxistibûna wê heman ceza li wan jî bihata birîn.
Fatîme Hisên Elî diyar kir, wan nema dikarîbû îdare bikin, lewma hatine qadên azad ên li Minbicê û destnîşan kir, ku ew li van qadên azad, ewle ne.