Malbatên Şiyar û Şerdil: Dewlet kujerê ciwanan e
Malbatên Şiyar Salman û Şerdil Cengîz ên di serhildana Sûrê de ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dewletê dan.
Malbatên Şiyar Salman û Şerdil Cengîz ên di serhildana Sûrê de ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dewletê dan.
Malbatên Şiyar Salman û Şerdil Cengîz ên di serhildana Sûrê de ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dewletê dan. Bavê Şerdil Cengîz Mehdî Riza Cengîz diyar kir ku ew naxwaze êdî paşnavê ji aliyê dewletê ve hatiye dayîn bi kar bîne û got, "Dewlet kujerê ciwanan e. Li Tirkiyeyê ne qanûn heye, ne jî hiqûq. Lê belê faşîstiya dewletê wê biqede, Kurd wê bi ser bikevin."
Malbatên Şiyar Salman û Şerdil Cengîz ên di serhildana Sûrê de ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dewletê dan. Bavê Şerdil Mehdî Cengîz a li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl li benda wergirtina cenazeyê zaroka xwe ye diyar kir ku ew êdî naxwaza paşnavê dewletê daye wan, bi kar bîne û xwest ji wî re Mehdî Riza Lice bê gotin. Riza Lice da xuyakirin ku dewlet faşîst û talanker e û got, "Dewlet kujerê ciwanan e. Em dewletê weke kujer dibînin."
Riza Lice destnîşan kir ku Tayyîp Erdogan hevkarê DAIŞ'ê ye û got, "Lîderê DAIŞ'ê Erdogan bi xwe ye. DAIŞ aniye xistiye nava gel û gel dikuje."
Riza Lice ragihand ku ew xwerêveberiyê dixwazin û got, "Gelê Kurd serxwebûna xwe dixwaze. Êdî bese ji van tiştên li hemberî Kurdan tê kirin." Riza Lice diyar kir ku dewlet mirovan dikuje û got, "Li Tirkiyeyê ne qanûn heye, ne jî hiqûq. Lê belê faşîstiya dewletê wê biqede, Kurd wê bi ser bikevin."
Metka Şerdil Habîbe Perîşan jî got, "Em mirov in. Erdogan gelo tu mirovî? Tu çi ji me dixwaze? Êdî bes e! Tu çima van ciwanan qetil dike?"
Bavê Şiyar Salman Muslum Salan ku ji ber êşa giran nekarî biaxive got, "Xwedê belayê bide yên ku bûne sedema vê yekê."