Malbatên Roboskiyî berxwedana Botanê silav kirin

Malbatên Roboskiyî di hefteya 207. a qetlîama Roboskî de bi armanca protestokirina êrîşên li ser Kurdistanê û qetlîaman meş li dar xistin.

Malbatên Roboskiyî di hefteya 207. a qetlîama Roboskî de bi armanca protestokirina êrîşên li ser Kurdistanê û qetlîaman meş li dar xistin.

Malbatên 34 welatiyên ku di encama bomberdûmana balafirên artêşa Tirk a 28’ê Kanûnê 2011’an li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê, di hefteya 207. a qetlîama Roboskî de ji pêşiya Roboskî-Derê heta Goristana Roboskiyê meş li dar xistin. DBP-HDP’e, nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek welatiyan piştirî dan çalakiya protestoyê ya malbatên Roboskiyî. Di meşê de pankartên, “Em berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Botanê silav dikin” û “Li ser navê min nekuje” hatin vekirin, wêneyên di qetlîama Roboskiyê de hatin qetilkirin hatin rakirin.

Piştî daxuyaniyê nobeda 207. bi dawî bû.