Malbata Bozkûrt ê hate qetilkirin: AA derewkar e

Têkîldarî nûçeya AA ya “Terorîst hatin kuştin” a der heqê Haci Selahattîn Bozkûrt (78) ê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk duh li Cizîra di bin rêveberiya awarte de hate hate qetilkirin, malbata Bozkûrt diyar kir ku ev nûçe derew e.

Têkîldarî nûçeya AA ya “Terorîst hatin kuştin” a der heqê Haci Selahattîn Bozkûrt (78) ê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk duh li Cizîra di bin rêveberiya awarte de hate hate qetilkirin, malbata Bozkûrt diyar kir ku ev nûçe derew e. Xwarziyê Bozkûrt, Mehmet Bozkûrt destnîşan kir ku bi rojnamevanê AA’yê re hevdîtin pêk anîye, lê “ Me tiştek wiha negotiye” û got: “Ti rastiya nûçeyê tineye.”

Li Cîzîra ku rêveberiya awarte di roja 7. de berdewam dike, di êrîşa polîsan a li hember gel de dûh Hacî Selahattîn Bozkûrt (78) hat qetilkirin. Malbata Bozkûrt nûçeya têkildarî kuştina Bozkûrt a ku AA’yê weşandî bertek nîşan da. Tevî ku Bozkûrt di encama gulebarana tîmên taybet ên Tirk de hat qetilkirin jî, Xwarziyê Bozkûrt bertek nîşan da têkildarî nûçeya AA’yê ya ku “Li Cîzîrê li hember teorîstên ku xwestin mala wî wek çeper bikar bînin, Bozkurt bertek nîşan da û hat kuştin,” da xuyakirin ku nûçe bi temamî derew e. Xwarziyê Bozkûrt wiha got: “Bi rojnamevanê AA’yê re axivim, rojnamevan pirsa ‘Selahattîn dibe çî te?’ kir, min jî got ‘dibe mamê min.’ Li gel rojnamevan kesekî din jî hebû. Min ji wan re got, ev ne rast e, dema mamê min girtin kesek li cem wî tinebû. Ji vê zêdetir ti axaftin di navbera min û rojnamevanê AA’yê de çê nebûye” û wiha got: “ Me wek malbata Bozkûrt tiştekî wiha ne gotiye. Me ragihand ku cihê mamê min lê hatî qetilkirin, wesayîtên zirxî û leşkerên Tirk hebûn. Em wek malbat bawer dikin ku mamê min ji aliyê sekvanên Tirk ve hatiye hedefgirtin û qetilkirin.”

Bozkûrt herî dawî destnîşan kir ku wek li gor nûçeya AA’yê îdia dike, ti gengeşî di navbera mamê wî û kesekî din de pêk nehatiye. Bozkûrt wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Li kolana me ti endamên YDG-H’ê û kesên bi çek tinebûn. Mamê min bi ti kesî re têkildarî mijarekê nîqaş nekiriye.”