Li Zurîh û Dûîsbûrgê ji bo Nisêbînê çalakî
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê û Dûîsbûrg ê Elmanyayê, êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li ser Nisêbînê didomîne hate protestokirin.

ZURÎH
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê di serî de Nisêbîn, êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd dimeşîne hate protestokirin.
Girseya li ser banga HDK-Î û DEM-KURD’ê li hev civiya, li ber sefaretxaneya Tirk çalakî li dar xistin.
Di axaftinan de bêdengiya hêzên navneteweyî hate şermezarkirin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve bi sedan kes li ber Dûîsbûrg HBF’ê kom bûn, derbeya Qesrê û êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li Nisêbînê didomîne protesto kirin.
Di çalakiyê de komên çep ên Elman û Tirk jî cihê xwe girtin. Ji Dûîsbûrg NCKD’ê Niyazî Oztaş axivî, derbeya Qesrê wek şerma demokrasiyê nirxand. Destnîşan kir ku tevî YPS’ê da xuyakirin vekişiyane jî çeteyên Qesrê li hember gelê sivîl ên li Nisêbînê ketine nav hewldanên qetlîaman.
Di çalakiyê de Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer jî axivî.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Qatil Erdogan”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” hatin berzkirin. Her wiha rêxistinên ATÎK, MLKP, DÎDF, Însiyatîfa Gel a Kurecîkê, MLPD Elman jî piştgirî dan.