Li Zurîch û Goteborgê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li bajarê Swîsre Zurîchê û li bajarê Swêd Goteborgê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de xwerêveberiya gel hat silavkirin.

ZURÎCH: Bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê, gelek kes li bajarê Swîsre Zurîchê li hev civiyan û komkujî û êrîşên dewleta Tirk lenet kirin. Girseya gel a li Staûffherplatzê civiya, dirûşmên "Dewleta kujer wê hesab bide", "Dengê xwe tevlî yê Sûr, Nisêbîn û Cizîrê bike" qîriya û hêrsa xwe ya li hemberî hikûmeta AKP'ê û Erdogan nîşan da. Di daxuyaniya li vê derê de bal hat kişandin ser komkujiyên hikûmeta AKP û Erdogan li Kurdistanê dikin û bang li gelên li Ewropayê dijîn hat kirin, ku dakevin qadan û xwedî li xwerêveberiyan derkevin.
GOTEBORG: Li bajarê Swêd Goteborgê, Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Kurdistaniyan ketin û derketina rêwiyan a Balafirgeha Landvetter ji bo saet û nîvekê sekinandin, alên KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Di çalakiyê di dirûşmên "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk Alî Agirî li vir daxuyanieyk da û ragihand, ku ew ê çalakiyên xwe bi rengên cuda bidomînin. Ji tevahiya gelê Kurd hat xwestin, ku mîna pêvajoay Kobanê di her kêliyê de ji bo çalakiyan amade bin.