Li Wêranşarê 2 kes hatin girtin
Li Wêranşarê 2 welatiyên ku roja borî hatin binçavkirin, bi îdiaya ku "endamê rêxistinê ne"hatin girtin.
Li Wêranşarê 2 welatiyên ku roja borî hatin binçavkirin, bi îdiaya ku "endamê rêxistinê ne"hatin girtin.
Welatiyên bi navê Mehmet Sekîn û Osman Çetînkaya yên ku roja borî li navçeya Wêranşar a Rihayê hatin binçavkirin, piştî karên li emniyetê derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê 2 kes bi îdîaya ku "endamê rêxistinê ne" sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Her 2 welatî jî li dadgehê hatin girtin.
Sekîn û Çetînkaya yên hatin girtin, birin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.