Li Warmawa jî xwepêşandanê destpê kir

Li bajarokê Warmawa jî xwepêşandanên welatiyan a li hemberî neçareserkirina krîzên li Herêma Kurdistanê destpê kir. Çalakvanan rê li tankerên ku sûtemeniyê dibin Îranê re girtin.

Li bajarokê Warmawa jî xwepêşandanên welatiyan a li hemberî neçareserkirina krîzên li Herêma Kurdistanê destpê kir. Çalakvanan rê li tankerên ku sûtemeniyê dibin Îranê re girtin. 

Piştî Seyîdsadiq vê carê jî li bajarokê Warmawa yê navçeya Şarezûr ê Helepçeyê jî xwepêşandana welatiyan destpê kir. Girseyê rêya li navbera Silêmanî-Derbendîxan li tankerên Îranê girtin, diyar kirin heta rayedar soza bicihanîna daxwazên wan nedin wê rê ji trafîkê re venekin.

Her wiha li Derbendîxan pêşendana gel di roja 3. de didome, di çalakiyên li Seyîdsadiq ên îro destpêkirin de gel êrîşî avahiyên Partiya Yekgirtû Îslamî, Partiya Kamaleyî Îslamî û Partiya Demokratî Kurdistan ên li navçeyê kiribûn. Di pevçûnên di navbera çalakvan û polîsan de komaleyên ciwan û xwendekaran ên girêdayî PDK’ê hatin şewitandin, di bûyeran de 6 kes birîndar bibû.