Li Wanê roja zimanê dayikê hat pîrozkirin

Li Wanê Platforma Saziyên Demokratîk bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li qada bajêr şahiyek lidarxist.

Li Wanê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, li qada bajêr daxuyanî hat dayîn û şahiyek hat lidarxistin. Girseya ku pankarta “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” hildan, bênavber dirûşmeya "Bijî zimanê Kurdî" berzkirin û li ber erbaneyan govend gerandin.

Piştre Rêveberê KURDÎGEH’ê Gokhan Işik, axivî û diyar kir ku divê Kurdî di hemû astên perwerdehiyê de, ji pêşdibistanê heta zanîngehê, zimanê perwerdeyê be û divê di qada giştî de (dadgeh, nexweşxane, ofîsên hikûmetê û hwd.) were bikaranîn.

Gokhan Işik, ji bo zimanê Kurdî daxwaza statuya fermî kir û got ku divê cihên bi Kurdî hatibûn guhertin, jinûve bibe Kurdî. Gokhan Işik, anî ziman ku divê di pêvajoya danûstandinê yên berdewam de astengiyên li pêşiya ziman, çand û nasnameya Kurdî werin rakirin.

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, jî da zanîn ku ji sala 1924’an û vir ve polîtîkayên asîmîlasyonê li dijî zimanê Kurdî têne meşandin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku mafê du saetan dersên bijarte yên zimanê Kurdî di hefteyê de têrê nake û destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî statuya fermî bi dest bixe û bibe zimanekî perwerdeyê. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, anî ziman ku Rêber Apo bi banga Civaka Demokratîk û Aştiyê re dixwaze hemû ziman azad bibe û got ku ew ê têkoşîna ji bo azadiya ziman bidomînin.

Çalakî piştî daxuyaniyê bi gerandina govendên gelêrî û dirûşmeya “Bijî zimanê Kurdî” bi dawî bû.