Li Wanê protestoya ji bo Licê

Li Wanê êrîşên çeteyên Qesrê yên bi ser Licê ya Amedê hatin şermezarkirin.

Wekîlên Hevserokên Bajêr ên DBP’ê Nazmiye Acar, Metîn Kutaz, Hevserokên Bajêr ên DBP’ê yên Wanê Yakup Ateş, Gulîstan Orhan, endamên MP’ê yên HDP’ê, Wekîlê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktivîstên KJA’yê tevlî daxuniya çapemeniyê bûn ku ji hêla DBP, HDP û KJA’yê ve hatibû organîzekirin.

Rêveberê Bajêr ê DBP’ê Ahmet Enterlî ku daxuyanî da got, hikûmeta AKP’ê ku ev saleke bajarên Kurdistanê, bajarokê wê bombe dike, bi gotina wî, ‘’kevir wê li ser kevir nehêlin’’, bajaran wêran dike, niha jî daristanê Kurdistanê dişewitîne.

Enterlî got, ji bo ji polîtîkayên hikûmeta AKP’ê re, ku pêşî li bajaran û niha jî li deverên bejahiyê komkujiya mirovan û xwezayê pêk tîne, ‘’na’’ were gotin, gelê Kurd bi rojan e li ser piyan e û got, ‘’Lê polêsên Qesrê yên ku çavê wan çalakiya herî demokratîk jî bar nagire, duh êrîşa bire ser konê li Payizava ku bi mebesta piştevaniya Licê hatibû danîn û du hevalên me hatin binçavkirin’’

 ‘LI ŞÛNA DARISTANÊN KU DIŞEWITÎNİN WÊ HESAN Û QEREQOLAN AVA BIKIN’

Enterlî got çalakiyên demokratîk jî bi tundiyê têne çewisandin û wiha pê de çû: ‘’Ji ber ku dixwazin em li hemberî tunekirina bajarên xwe, mirovên xwe û xwezaya xwe bêdeng bimînin. Çi qasî gelê me li hemberî vê li ber xwe dide hêrsa wan zêdetir dibe û kef ji devê wan dibare. Lê em ê çavtirsandî nebin û bi gelê xwe re heya dawiyê em ê li mirovên xwe, xwezaya xwe, xaka xwe û ava xwe xwedî derbikevin. Em hemû armanca operasyona ku bi hênceta ‘’esrar heye’’ di 21’ê Hezîranê de dane destpêkirin dizanin. Ên ku bajar bi hênceta ‘xendek’’an kavil kirin û şewitandin, niha jî bi vê hêncetê daristanên me dişewitînin. Ev polîtîkayeke dewletê ye û di nav çarçoweya konsepta şer de têne sepandin. Cografyaya Kurdistanê bi awayekî sîstematîk tune dikin. Di bin navê veguherîna bajêr de kesên ku bajarên Kurdan ji bo TOKÎ’yên nû şewitandin û ji xwe re qadek ava kirin niha jî ev hişmendî daristanên me dişewitîne bi armanca ku ji HES û qereqolan re zemînekê çêbike.

Enterîlî diyar kir, fermana Licê bi qelema ji êgir hatiye datin û got, ‘’Em ê ji sûcên mirovahiyê re yên ku bi deste AKP’ê pêk tên, bibêjin, na! Erdogan ê ku der barê komkujiyên salên 90’î, di sala 2005’an li Amedê gotî, ‘’li dewletên mezin nayê ku şaşîtiyên ku berê kirine ji nedîtî ve were’’, niha jî heman şaşîtiyan dike. Erdogan jî ji ber sedema van sûcên ku dike ew ê teqez hesab bide. Em jî ji bo ku van hemû tiştan şermazer bikin bi rojan e li qadan in. Nobeta sê rojî ya mu li Parka Sanatê li dar xistî diqede. Lê em ê çalakiyên xwe li dijî operasyonên ku berdewam dikin, bidomînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin her roj saet 21:00’an li cihê ku lê ye deng derxîne û li Licê xwedî derbikeve.’’

...