Li Wanê endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hate revandin, êşkence lê hate kirin

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Enes Sezgîn li Wanê şeva 16'ê Kanûnê ji aliyê 7 kesên bi maske ve hate revandin, êşkence lê hate kirin û gef lê hate xwarin.

Hate ragihandin ku Sezgîn bi wesayiteke transporterê hate revandin, li derveyî bajêr êşkence lê hate kirin û gef lê hate xwarin ku bajêr biterikîne. Piştre jî li cihekî hate berdan.

Piştî bûyerê, endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û nûnerên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li Kolana Hunerê çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bûyerên revandin û êşkenceyê rêbazên 'kontra' yên salên 1990'î ne û hate xwestin, ku kiryar bêne ronîkirin.

Enes Sezgîn jî di çalakiyê de qala bûyerê kir û destnîşan kir ku wê ji bajêr neçe û banga rêxistiniyê li ciwanan kir.

Çalakiya şermezarkirinê bi dirûşman bi dawî bû.